08:45 24 Çile 2018
Zindî
    Li sînor şer

    Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava zarokekî 15 salî kuşt

    © Foto: Bianet
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê leşkerên Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava gule bi ser hinek kesên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin de reşandin û di encamê de zarokekî 15 salî jiyana xwe ji dest û 2 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku leşkerên Artêşa Tirk duh bi şev di saet 20.40î de li nêzîkê gundê Xiznedêr ê Qoserê gule bi ser 3 kesên ku xwestin ji aliyê Rojava derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin, reşandin.

    Di encama gulereşandina leşkerên Tirk de ji wan 3 kesan Fîraz Evdilhemîd ê 15 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û her 2 kesên din ên bi navê Eymen Hemadî û Faris Evdilhemîd jî birîndar bûn.

    Kesên birîndar ji bo dermankirinê bi embûlansan sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin kirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk 540 leşker bi awayekî demkî ji kar dûr xist
    YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir
    YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt
    Artêşa Tirk: 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Artêşa tirk êrişî ser gel kir: Ciwanekî 17 salî hate kuştin
    Etîketan:
    birîndarbûn, kuştin, zarok, li ser sînor, Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, Artêşa Tirk, Eymen Hemadî, Faris Evdilhemîd, Fîraz Evdilhemîd, Gundê Xiznedêr, Mêrdîn, Qoser, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de