16:25 22 Gulan 2018
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Çonkarê AKPêyî: "Serdana Pûtîn di warê stratejiye de pêşveçûneke baş e"

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Foruma Civakî ya Rus û Tirk Ahmet Berat Çonkarê AKPeyî ragihand ku serdana Pûtîn a 10ê Cotmehê di warê stratejîk de pêşveçûneke baş e.

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © REUTERS / Sergei Karpukhin
    Navenda Nûçeyan - Hevserokê Foruma Civakî ya Rus û Tirk Ahmet Berat Çonkarê AKPeyî ragihand ku serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a 10ê Cotmehê li Stenbolê di warê stratejîk de pêşveçûneke baş e. Divê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nêrîneke hevbeş were ava kirin. Amerîka di krîza Sûriyeyê de ezmûneke pir xerab da. Li gorî baweriya min bi serdana Pûtîn di mijara çareseriyê de wê Enqere û Moskova zêdetir nêzîkî hev bibin.

    Li gorî Ahmet Berat Çonkar, heke dewletên wekî Tirkiye, Îran, Rûsya û aktorên herêmê sekneke bi hêz nîşan bidin dewletên rojavayî û Amerîka jî gengaz e wan bişopînin.

    Piştî krîza xistina balafira rûsî yekemîn car e Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serdana Tirkiyeyê dike. Pûtîn, di 10ê Cotmehê de wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne û li Stenbolê dê tevlî Kongreya Enerjî ya Cihanê bibe û li wir gotarekê pêşkêş bike. Li gorî pêşbîniyan, rojeva hevdîtina Pûtîn û Erdogan wê mijara Sûriye, pêşveçûnên Rojhilata Navîn û hevkariyên dualî be.

    Çonkar, serdana Pûtîn a Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Pêşî ez vê bêjim, piştî derbasbûna krîza xistina balafirê serdana Serokê Rûsyayê Pûtîn bo Tirkiyeyê û hevdîtina wî bi Serokomar Erdogan re pêşveçûneke pir girîng e. Ev serdana Pûtîn a Tirkiyeyê di warê stratejîk de ji bo Enqereyê pir girîng e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê hevdîtin kirin
    Dibe Pûtîn û Erdogan carek din li Rûsyayê hevdîtin pêk bînin
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Pûtîn û Erdogan ji bo Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
    Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê dewleta Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de