01:01 23 Çile 2018
Zindî
    Balafir

    Artêşa Tirkiyeyê li Colemêrg û bakurê Iraqê êrişên hewayî pêk anîn

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li dorbera Colemêrg û bakurê Iraqê li dijî rêxistina endamên PKKê operasyona hewayî li dar xist.

    Navenda Nûçeyan — Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li dorbera Colemêrg û bakurê Iraqê li dijî rêxistina endamên PKKê operasyona hewayî li dar xist.

    Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê duhî saet di navbera 16.13 û 18-42an de li derdora navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyona esmanî hat kirin.

    Li gorî îdîaya Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di operasyonê de 11 hedefên rêxistinê ku di nav de baregeh, kozik û sitargeh kjî hebûn hatin îmhekirin. Ji aliyê din ve li herêmên Metîna û Garaya li bakurê Iraqê jî di navbera saet 17.44 20.10an de operasyoneke hewayî hat lidarxistin û 7 hedefên rêxistinê hatin îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk li Colemêrg operasyon pêk anîtin
    Şirnex û Colemêrg wekî bajar dimînin
    Colemêrgî: Heke ku Colemêrg bibe navçe em ê biçin Herêma Kurdistanê
    Colemêrg hat bombebarankirin
    Di navbera Colemêrg û Çelê pevçûn derket
    Li ser rêya Colemêrg-Wanê cerdevanek hat kuştin
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê, Êrişa hewayî, PKK, Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de