23:21 25 Gulan 2018
Kmapa penaber a Atmeyê

DAIŞê êrişî ASAyê kir: 20 kuştî û bi dehan birîndar

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li sînorê Sûriye yê Tirkiyeyê li kampa penaber a Atmeyê di dema guherandina nobedarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de êrişa bombeyî, herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Li kampa penaber a Atmeya li sînorê Sûriyeyê di dema guherandina nobedarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de êrişa bombeyi pêk hat li gorî amareyên pêşî di êrişê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Kampa penaber a Atmeyê kîlometroyekê ji sînorê Tirkiyeyê dûr e û li beramberî navçeya Reyhanliya Hatayê ye. Milîtanê xwekuj ê rêxistina terorîst ê DAIŞê îro di dema guherandina nobedaran de êrişî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad kir.

Li gorî şahidên bûyerê di êrişa xwekujî de herî kêm 20 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li gorî şahidên bûyerê metirsiya zêdebûna kuştiyan heye.

 

Bi heman mijarî:

Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
DAIŞê derbeyên giran li ASAYê xistin: 10 kuştî û gelek birîndar
Etîketan:
Kampa penaber a Atmeyê, ASA, Êrişa xwekujî, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de