23:29 21 Gulan 2018
    Fethullah Gulen

    Birayê parlamenterê AKPê ji doza FETO/PDYê hat girtin

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya İskenderuna Hatayê 5 kesên ku birayê Parlamenterê AKPê yê Hatayê Orhan Karasayar İsa Karasayar jî di nav de ji doza FETO/PDYê hat girtin.

    İskenderun — Li navçeya İskenderuna Hatayê 5 kesên ku birayê Parlamenterê AKPê yê Hatayê û Amirê Îdareya Parlamentoyê Orhan Karasayar İsa Karasayar jî di nav de ji doza Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY) di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya İskenderunê de hatin girtin.
    Serdozgeriya Komarî ya İskenderunê di çarçoveya lêpirsînê 21 kesê ku birayê parlamenterê AKPê yê Hatayê Orhan Karasayar İsa Karasayar û karsaz Ali Uysal jî di nav de hatibûn binçavkirin û di saetên êvarê de derketin dadgehê.

    UYSAL, MIN JI DEWLETA XWE RE XIZMET KIR

    Karsaz Ali Uysalê ku li ser sînorê Sûriyeyê dîwar ava dike û di heman demê de li ser navê diya xwe dibistanek çêkiribû di dema birina girtîgehê de got: "Min ji dewleta xwe re xizmet kir. Xweda destûrê bide hetanî ku ez sax bim ez ê xizmetê bikim."

    MALBATA KARASAYAR, EM JI 15Ê TÎRMEHÊ VE LI QADAN IN

    Her wiha birayên parlamenterê AKPê yê Hatayê jî piştî İsa Karasayar birin girtîgehê ji çapemeniyê re gotin: "Hemû FETOyî îro çûne malên xwe. Em ji 15ê Tîrmehê ve li qadan in û me ji dewleta xwe re xizmet kiriye. Em dîsa li kêleka dewleta xwe."

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî îmamê FETO yên TSK û MÎTê operasyon
    FETO, êrişa Enqere ya ku DAIŞê pêk anî rojek berê zanibû
    Serokê şaredariya bajarekî mezin ê AKPeyî ji doza FETO hat binçavkirin
    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Etîketan:
    Serdozgeriya Komarî ya İskenderunê, Parlamenterê AKPê yê Afyonkarahisarê, Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO), Ali Uysal, İsa Karasayar, Orhan Karasayar, Hatay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de