07:58 23 Gulan 2018
    ketina balafirê-balafira f-16

    Balafira şer ya Îsraîlê ket

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira şer ya F-16an ya ayidî Îsraîlê piştî operasyona hewayî ya li Xazeyê kete xwarê. Di encamê de pîlotê balafirê mir û alîkarî wî jî birîndar bû.

    Navenda  nûçeyan — Li gorî agahiyên berdest balafira şer ya F-16an ya Xazeyê bombebaran kir piştî operasyonê xwest ku dakeve Baregeha Ramonê. Lê di dema daketinê ji ber sedemeke nediyar agir bi balafirê ket û balafir kete xwarê.
    Li ser bûyerê artêşa Îsraîlê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da û got pîlotê balafirê fermandar Ohad Cohen Nov jiyana xwe ji dest daye û alîkarî wî jî birîndar bûye. Herwiha hat ragihandin ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê derbarê ketina balafirê lêpirsîn daye dastpêkirin.

    35 CARAN ÊRIŞÎ XAZEYÊ KIRIN

    Li gorî agahiyên nûçeya Kanal 10 ya Îsraîlê, ji ber arizeyeke teknîkî agir bi balafirê ketiye lewma jî balafir ketiye xwarê. Herwiha hate amajekirin ku bi hinceta ku ji hêla bajarê Sderot ya Xazeyê ve moşek hatiye avêtin, Îsraîl li Xazeyê 35 êrişên hewayî pêk anî.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Îran: Pêwistiya me bi moşekên menzîldirêj tune ye, ji ber ku armanca me Îsraîl e
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    Wezareta Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Çavuşoglu peymana Îsraîl û Tirkiyeyê pêşkeşî CHP û MHPê kir
    Îsraîl: "Îran rîayetî peymana nûkleerî dike"
    Etîketan:
    pevçûn, filistîn, bombebaran, f-16, balafira şer, Ohad Cohen Nov, xaze, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de