08:57 28 Gulan 2018
ala sûriyeyê-muxalif

7 herêmên din li Sûriyeyê tevlî agirbestê bûn

© REUTERS/ Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

4 ji Lazkiye û 3 jî ji Hamayê bi giştî 7 herêmên din li gel serokên xwe beşdarî agirbesta Sûriyeyê bûn. Bi vê yekê hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûn gihişte 721an.

Navenda nûçeyan - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hate dayîn hevdîtinên agirbestê yên bi komên çekdar yên li bajaroka Muadamiyet el Şex a bi ser Şamê û yekineyên dijber yên li Hims û Kuneytrayê berdewam dikin.

DI 24 SAETÊN DAWÎ DE AGIRBEST 58 CARAN HATE BINPÊKIRIN

Herwiha hate ragihandin ku agirbest di nava 24 saetan de 58 caran hatiye binpêkirin. Komên çekdar li Helebê 33, li Hamayê 6, li Şamê 18 û li Lazkiyê carekê êrişî ser sengerên artêşa rejîmê kirin.
Ji aliyê din ve hate amajekirin ku bi qasî 5.5 ton alîkariya mirovî li gelê li bajarê Lazkiyeyê hatiye belakirin û alîkariya bo gelê Helebê jî berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Rûsya: DYA di sepandina peymana agirbestê de bi bin ket
Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûn, gihişt 689an
Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn gihişt 685an
Etîketan:
komên çekdar, binpêkirin, şer, agirbest, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de