01:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Îsraîlê

    "Îsrailê êrîşî keştiya hewl dida dorpêça li ser Xezayê bişkîne kir"

    palinfo.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Artêşa Îsraîlê êrîşî keştiya bi navê Zeytûne ya ku hewl dida dorpeça li ser Xezayê bişkîne û jê derbas bibe kir.

    Navenda Nûçeyan - Ajansa Anadoluyê ya Nûçeyan ragihand ku Artêşa Îsraîlê destwerdan di wê keştiyê de kir ya ku çalakvanên jin li ser bûn û wan hewl dida ku dorpêça li ser Xezayê bişkînin.

    Ji aliyê din ve, koma "Women's Boat to Gaza"(Keştiya Jinan ber bi Xezzayê ve) ragihand ku pêwendiya wan bi wê keştiyê re qut bûye ku radihêje 13 jinên çalakvan û berê xwe daye Xezayê. Herwiha komê di daxuyaniya hesabê xwe yê Twitterê ku ew texmîn dikin ku Artêşa Îsraîlê dest danîbe ser keştiyê û bangî piştgiran kir, ji hikûmetên xwe bizwazin ku Îsraîl keştiyê berde.

    ​Herwiha tê îdiakirin ku artêşê dest daniye ser wê keştiyê û tê pêşbînkirin ku wan bibin Keştîgeha Ashdodê û her 13 jinên ji welatên cuda jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibin destserkirin.

    Hîn ti daxuyaniyeke fermî ji bo bûyerê nehatiye kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Îran: Pêwistiya me bi moşekên menzîldirêj tune ye, ji ber ku armanca me Îsraîl e
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    Îsraîl li baregeha NATOyê ofîseke dewamî vekir
    Wezareta Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Etîketan:
    Keştiya Zetûne, Keştî, dorpêç, Artêşa Îsraîl, îsraîl, Xeza
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de