02:14 18 Tebax 2017
Zindî
    Girtîgeha Silivri

    Di doza 22 salan de biryar derket: İlhan Çomak cezayê muebetê stand

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Di doza helbestvan İlhan Çomak de îro biryar hate standin ku 22 sal in girtî tê darizandin. Şandeya dadgehê cezayê ku berê ji bo Çomak hatibû birîn careke din pesend kir.

    Stenbol — İlhan Çomak di sala 1994an de dema li Zaningeha Stenbolê di xwend bi îdiaya ‘li ser navê rêxistine daristan şewitandiye' û ‘Xebatên cudaker' kiriye hate girtin. Çomak beyî ku ceza lê bê birîn 22 salan di girtîgehê de ma û her hate dadgehkirin. Di sala 2000î de cezayê muebetê li Çomak hate birîn. Li ser biryara dadgehê parêzeran serî le Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) dan. Dadgehê di sala 2007an de biryar girt ku İlhan Çomak careke din were darizandin lê belê jinûve dadgehkirin di sala 2013an de destpê kir.

    Çomak bi îdiaya ku ‘dikare delîlan biguherîne' serbest nehate berdan û her bi awayekî girtî hate darizandin.

    Doza Çomak di 28ê Îlonê de li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin û heyeta dadgehê biryar dabû ku îro careke din kom bibin. Di vê çarçoveyê de îro dadgehkirina Çomak hate çêkirin. Dadgeh li hemberî daxwaza parastina parêzvanan derket û biryar girt ku cezayê Çomak ê berê were pesend kirin. Li gorî vê biryarê İlhan Çomak careke din cezayê muebetê stand.

    Malbata Çomak piştî biryara dadgehê bertek nîşan dan û gotin ku 'Edaleta we têk biçe!'. Çomak ji navçeya Kanîreş a Çewlikê ye.

    Bi heman mijarî:

    Rejima Îranê dîsa 12 girtî îdam kirin
    Ji Girtigehên Wanê 68 girtî hatin sirgûn kirin
    Operasyonên siyasî dewam dikin: 47 kes binçav kirî û girtî
    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    Zarokên girtî rastî destdirêjiyê hatin
    Komeleya Rojnamegerên Azad wê piştgiriya rojnamegerên girtî bike
    Etîketan:
    cezayê muebetê, dadgehkirin, helbestvan, 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), Zanîngeha Stenbolê, İlhan Çomak, Çewlik, Kanîreş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de