06:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Umer Hesen Miro û Papa

    Îmamê kurd ji Papa re: Piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistanê

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Serokê Akademiya Zanista Îslamî ya Kurdistanê Omer Hesen Mîro beşdarî konferansa Hevjiyan û Aştî ya li bajarê Assisiyê yê Îtalyayê bû û bangî Papa kir ku piştgiriyê bide mafê kurdan ê meşrû yên serxwebûnê.

    Navenda Nûçeyan —Serokê Akademiya Zanista Îslamî ya Kurdistanê Omer Hesen Mîro wek nûnerê Wezareta Ol û Weqifan a Kurdistanê beşdarî konferansa 31em a Hevjiyan û Aştî ya li bajarê Assisiyê yê Îtalyayê bû. Papayê Vatîkanê û

    Serokwezîrê Îtalyayê li gel gelek nûnerên cîhanê yên islamî, xiristiyan û cihû beşdarî konferansê dibin.

    "2 MILIYON PENABER LI KURDISTANÊ NE…"

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Mîro di konferansê de bal kişandiye ser hevjiyan û aştiya li Kurdistanê, parastina kesên ji ol û gelên cuda, rola pêşmergeyan bi serokatiya Barzanî di şerê terorê de û diyar kiriye ku nêzîkî du milyon penaber li Kurdistanê ne û barê wan li ser pişta xwe Kurdistanê ye û daxwaza piştgiriya navdewletî ji bo penaberan kiriye.

    "BANGÎ PAPA KIR: PIŞTGIRIYA SERXWEBÛNÊ BIKIN…"

    Herwiha alimê kurd axiftinek di konferansê de kir û bangî Papa û beşdarên konferansê kir ku piştgiriya mafê meşrû yê gelê kurd ê serxwebûnê bikin û teqezî li ser girigiya piştgiriya navdewletî kir.

    Ji aliyê din ve, Mîro hinekî bi Papa re jî axivî. Papa di wê axiftinê de spasdariya xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku cudahiyên dînî û etnîkî lê bi hev re di aştî û aramiyê de dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Melayê îranî: ‘Ji ber jinên serqot ava çeman diçike'
    Melayê Mizgefta Eqsayê: 'Kurd û filistînî di bin zext û zoriya dagirkeran de ne'
    Melayê kurd hate binçavkirin
    Polêsên alman melayê kurd kuştin
    Li Hewlêrê semînera Melayê Cizîrê
    Etîketan:
    piştgirî, serxwebûn, Omer Hesen Mîro, Papa, Assisi, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de