02:21 24 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Erebîstana Siûdî

    Îranê bertek nîşanî Siûdî da: "Bila fîloya we nêzîkî vir nebe"

    © AFP 2017/ Taha Saleh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Muhafizên Şoreşa Îranê, Erebîstana Siûdî ku ev demekê ye li Kendava Besrayê û Tengava Hirmûzê tetbîqatê dikin hişyar kir û gotin bila keştiyên we nêzî peravê Îranê nebin.

    Navenda Nûçeyan — Muhafizên Şoreşa Îranê, Erebîstana Siûdî ku ev demekê ye li Kendava Besrayê û Tengava Hirmûzê tetbîqatê dikin hişyar kir û gotin bila fîloya keştiyên we yên şer nêzî peravê Îranê nebin.

    Fîloya keştî û yekîneyên taybet ên Erebîstana Siûdî li Kendava Besrayê û Tengava Hirmûzê tetbîqatê dikin. Muhafizên Şoreşa Îranê jî li hemberî pêşbîniyeke gengeşî qepasiteya xwe ya parastinê li deryayê zêde kir û ragihand ku armanca vê lîstika şer li herêmê zêdekirina gengeşiyê ye û dixwazin Kendava Besrayê bêîstîqrar bikin.

    Kendava Besrayê ji bo sewkiyata petrola cihanê cihekî pir girîng e û demek berê li herêmê filoya Îran û Amerîkayê hatibûn pêşberî hev û tensiyon zêde bibû.

    Îran û Erebîstana Siûdî di serî li ser Yemen û Sûriyeyê li hevnakin û di mijarên herêmî de gengeşiyeke mezin di navbera wan de ye. Piştî ku Erebîstana Siûdî di meha rêbendanê de alime şiî Şex Nemir El Nemir îdam kir pêwendiyên dîplomatîk di navbera Riyad û Tehranê de hatibûn birîn.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?
    Îran: Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê piştgiriya PDKÎyê dikin
    Di navbera Îran û Erebistana Siûdî de şerê sîberê derket
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Etîketan:
    Gengeşiya navbera Îran û Siûdî, Fîloya keştiyên şer ên Erebîstana Siûdî, Muhafizên Şoreşa Îranê, Şex Nemir El Nemir, Tengava Hirmûzê, Kendava Besrayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de