22:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Fermandarê Pêşmerge derbarê îddiayên Amerîka li Başîkayê baregeh vedike de axivî

    © AFP 2017/ Marwan Ibrahim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hate îddiakirin Amerîka baregehek leşkerî li herêma Başîkayê ya ser bajarê Mûsilê yê Iraqê vedike. Fermandarê Pêşmerge yê Çeperên Başîkayê Lîvan Nurettîn derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku ev îddia nerastin, ji aliyê din ve jî Artêşa Tirkiyeyê sewqiyetek nû ji bo herêmê nekiriye.

    Artêşa Amerîkayê
    © Flickr/ Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Navenda Nûçeyan — Leşkerên tirk yên li Herêma Başîkayê ku dikeve bakurê rojhilatê Mûsilê di navbera Iraq û Tikiyeyê de demên dewî de dibe sedema rageşiyan. 600 leşkerên tirk li herêma Başîkayê ku di bin kontrola Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de ye, ne. Başîka ku piraniya wan êzîdinê gelek caran rêxistina terorîst DAIŞ bi topên hewanê êriş dikin.

    ‘LI BAŞÎKAYÊ LEŞKERÊN AMERÎKAYÊ TINE, TENÊ LEŞKERÊN TIRK HENE'

    Ji aliyê din ve hat îddiakirin ku Amerîka ji bo li herêma Başîkayê baregehek ava bike xebat daye destpêkirin. Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmerge yê Çepera Başîkayê Lîvan Nurettîn ji Sputnikê re axivî û got. ‘Ev îddiayên ku Amerîka li Başîkayê baregehek ava dike nerastin û li herêmê tu rayedar û leşkerên Amerîkayê jî tine ne. Navborî destnîşan kir ku heta niha leşkerek amerîkî jî nehatiye herêmê, tenê li herêma Başîkayê leşkerên tirk hene.'

    ‘HEJMARA LEŞKERÊN TIRK HÊJ HEMANE'

    Nurettîn derbarê îddiayên ku Artêşa tirk ji bo herêmê sewqiyatek nû kiriye de jî eşkere kir ku ev yek nerastin û hejmara leşkerên tirk yê li herêmê neguheriye. Li ser pirsa hejmara leşkerên tirk yê li herêmê çîqase jî wiha bersivand: ‘Ji ber ev yek mijarên leşkerî û ewlehiyê ne, bersiva wê pirsê em nikarin bidin.'

    LEŞKERÊN TIRK YÊN LI BAŞÎKAYÊ GELO BEŞDARÎ OPERASYONA MÛSILÊ DIBIN?

    Fermandarê Pêşmerge derbarê leşkerên tirk yên li Başîkayê gelo dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin an ne de jî diyar kir ev yek hêj nezelale. Ev mijar di navbera welatan de bûye pirsgirek ez bawerim di demek nêz de ev yek dê zelal bibe.

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şabî: "Ji bo me DAIŞ û Artêşa Tirk wekî hev in"
    YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir
    BAŞÎKA - Amerîka û Tirkiyayê lihev kirin
    Medico: Leşkerên tirk malzemeyên ku bi dest dixin, dikin qenciya xwe û li gel belav dikin
    Etîketan:
    operasyon, rayedar, baregeh, tirk, leşker, nerast, îddia, Sputnik, Lîvan Nurettîn, Başîka, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de