09:53 18 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Solmazturk: "Enqere digel Bexdayê nikare piştgiriya Pêşmerge bike"

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Parlamentoya Iraqê duhî bi biryarnameyekê ragihandibû ku nayê qebûlkirin hebûna leşkere Artêşa Tirkiyeyê li nav axa Iraqê li Kampa Başîqayê bimîne.

    Navenda Nûçeyan - Parlamentoya Iraqê duhî bi biryarnameyekê ragihandibû ku nayê qebûlkirin hebûna leşkere Artêşa Tirkiyeyê li nav axa Iraqê li Kampa Başîqayê bimîne. Li ser vê biryarnameya Parlamentoya Iraqê jî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bangî Balyozê Iraqê yê li Enqere Hişam Eli Ekber İbrahim El Alevî kiribû.

    Serokê Enstîtuya Tirkiyeyê ya Sedsala 21emîn û Cîgirê Serokê Konfederasyona Serbazên Tirkiyeyê General Haldun Solmazturk derbarê van pêşveçûnên di navbera Bexda û Enqereyê de ji Radyoyê Spûtnîkê re axivî û got: "Li herêmê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon di 2 nuqteyan de bi cih bû. Yek jê Mûsil û ya din jî Reqqa ye. Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de pozîsyona hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê girîng e. Ev pozîzyon rêvebirya navendî ya Iraqê ji ber sedemên diyar aciz dike."

    Solmazturk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha Tirkiye jî li şûna rêvebiriya Bexdayê heta wê tîne pêşberî xwe û dixwaze di operasyona rizgarkirina Mûsilê de piştgiriya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bike, ev piştgirî nayê fêhmê û mijare zahmet e."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Fransa: Operasyona rizgar kirina Mûsilê nêze
    Berpirsê Mûsilê yê PDKê: Operasyona Mûsilê di meha cotmehê de destpê dike
    "Ti hêzên biyanî beşdarî operasyona Mûsilê nabin"
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Konfederasyona Serbazên Tirkiyeyê, Serokê Enstîtuya Tirkiyeyê ya Sedsala 21emîn, Parlamentoya Iraqê, Haldun Solmazturk, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de