10:55 20 Tebax 2017
Zindî
    Hevseroka Giştî yê HDPê Figen Yuksekdag

    Ji bo Yuksekdagê biryar hat dayîn ku wê bi darê zorê bînin dadgehê

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Dadgeha Ceza ya Girana 5emîn a Rihayê di derbarê Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag a ku bi îdiaya ‘propagandakirina rêxistinê û endambûna rêxistinê' tê darizandin de biryar da ku bi darê zorê wê bînin dadagehê û bi riya Pergala Deng û Bi Dîmen a Înformatîkê (SEGBIS) îfadeya wê were girtin.

    Navenda Nûçeyan — Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji ber daxuyaniya Yuksekdag a ‘em pişta xwe dispêrin YPGê, YPJê û PYDê' di derbarê Yuksekdag de bi îdiaya ‘propagandakirina rêxistinê û endambûna rêxistinê' û bi daxwaza ceza ya girtîgehê ji 5 salan heta 15 salan îdianame amade kiribû û piştî ku ew îdianame hat qebûl kirin danişîna pêşîn a dozê li Dadgeha Ceza ya Girana 5emîn a Rihayê hat lidar xistin.

    Li gorî agahiyan hat diyar kirin ku Yuksekdag bi xwe beşdarî danişînê nebû lê li ser navê wê parêzerên wê Sevda Çelik Ozbingol û Bekir Benek beşdarî danîşinê bûn.

    Parêzer Ozbingol diyar kir ku ew nikarin Yuksekdag a parlamenter bi darê zorê bînin dadgehê û got ew ê beyaneteke bi hûrgilî ragihînin dadgehê.

    Dadgehê biryara taloqkirin a danîşinê da.

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Dibe ku êrişî partiya me bikin
    Figen Yuksekdag: ‘Derbekarên sala 1980an jî dest nedanîtin ser şaredariyan'
    Ji bo Figen Yuksekdag 15 sal ceza hate xwestin
    Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dozeke din hate vekirin
    Etîketan:
    biryar dayîn, bi darê zorê, Dadgeha Ceza ya Girana 5emîn a Rihayê, Hevseroka Giştî ya HDPê, Bekir Benek, Sevda Çelik Ozbingol, Figen Yuksekdag, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de