22:18 17 Tebax 2017
Zindî
    Parêzgarê Nînewayê yê berê Esîl El-Nuceyfî

    Parêzgarê Nînewayê yê berê: Dibe şerê Mûsilê, Iraqê dabeş bike

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Parêzgarê Nînewayê yê berê Esîl El-Nuceyfî yê ku hêzek amade kiriye ta ku beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe got, dibe ku şerê Mûsilê kêlîka şkestinê be ku Iraq piştî wê li ser bingehên mezhebî û etnîkî bê dabeşkirin.

    Navenda Nûçeyan - Malpera Reutersê hevpeyvînek bi Parêzgarê Nînewayê yê berê Esîl El-Nuceyfî li bajarê Hewlêrê pêk anî. Nuceyifî ku yek ji mezintirîn siyasetmedarên sunî ye û berî hatina DAIŞê, parêzgariya Nînewayê dikir got: "Tirs ew e ku ev şer Iraqê dabeş bike, eger nikaribin vî şerî bi zanebûn bi rê ve bibin û desthilatdariyeke rasteqîn nedin erebên sunî".

    Ji aliyê din ve, Parlementoya Iraqê meha Tebaxê Nuceyfî û hinek siyasetedar û serbazên leşkerî tawanbar kiribûn ku ew bûne sedema ketina Mûsilê ku piraniya niştîcihên wê sunî ne.

    "RAHÊNERÊN TIRK, LEŞKERÊN ME PERWERDE KIRINE"

    Herwiha Nuceyifî ji Reutersê re got ku wî hêzek ji 4500 leşkeran pêk tê amade kiriye û wiha got: "200 rahênerên amerîkî û tirkî leşkerên me perwerde kirine û ew ê baştir bikarin istiqrarê di operasyona Mûsilê de pêk bînin, ji ber ew ji herêmê ne û dê bikarin xelkê bikişînin aliyê xwe".

    Parêzgarê berê teqez kir ku "ew bi kurdan re dixebitin lê rexne li Heşda Şeibî girtin ku Îran piştgiriya wan dike" û bi wî awayî bal kişand ser hesasiyeta rewşê berî operasyona Mûsilê.

    Nuceyifî li ser têkiliyên xwe bi kurdan re wiha axivî: "Kurd hevparên me yên li ser erdê ne û ti kêşeya me bi wan re tine, lê komên şîî biyanî ne û ji derve hatine herêmê. Lê meseleya hebûna îranî, ev xetereke mezin li ser parêzgeha Nînewayê ye".

    "TIRKIYE JI KURDÊN IRAQÊ BITIRS E"

    Ji aliyê din ve, nûçe diyar dike ku haya siyasetmedarê sunî ji aloziyên rewşê heye û wiha dewam dike: "Tirkiye ji kurdên Iraqê nîgeran e. Tirkiye ditirse ku xweseriya kurdan li bakurê Iraqê, bihêle kurdên Tirkiyeyê serxwebûnê bixwazin".

    Herwiha Nuceyfî teqez kir ku ne pêkan e istiqrar pêk were bê ku xweserî li ser asta herêmê bê zêdekirin û wiha pê de çû: "Ev tişt jî hikûmeta navendî hêrs dike. Divê Nînewa kar û barên xwe yê birêveberî û ewlehiyê bi xwe pêk bîne û destûra xwe deyne."

    Parêzgarê berê diyar kir ku Iraq dê perçe bibe, eger desthilatdariyê nedin suniyan û wiha dewam kir: "Dibe Iraq bibe sê yan çar herêm. Heta li Bexdayê jî dê tûşî kêşeyan werin. Herwiha reng e ku Iraq yek bimîne lê bi awayekî nû yê birêveberiyê, yana veqetîn dê çêbibe".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"
    'Balafirên koalîsyonê li Mûsilê li DAIŞê didin'
    Artêşa Tirkiyeyê kete rêya bajarê Mûsilê
    "Dibe rizgarkirina Mûsilê bi mehan dirêj bike"
    Etîketan:
    sunî, kurd, Esîl El-Nuceydî, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de