13:15 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafirxaneya Ataturkê

    Dest danîn ser pasaportên rojnameger Yildirim û Başlangiç

    © Foto: AA/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Polîsan dest danîn ser pasaportên nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim û rojnameger Celal Başlangiç û derketina wan a derveyî Tirkiyê hate astengkirin.

    Navenda Nûçeyan — Yildirim destdanîna ser pasaportên wan di hesabê xwe yê medyaya civakî de par ve kir û aşkere kir ku wan dibin qereqolê. Herwiha Yildirim diyar kir ku ew li bende agahdarnameya derbarê betalkirina pasaportan in.

    Celal Başlangiç ji bo piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê bibû ‘gerînendeyê nobedar' û duh derketibû pêşberî dadwer.

    Ayşe Yildirim ji rojnameya Evrenselê re got: "Ez û Celal ji bo çûna 3 rojan a Brukselê hatin balafirxaneyê. Polîsan li Balafirxaneya Ataturkê gotin ku parasoprên me herduyan hatine betalkirin. Pişt ra em birin qereqola balafirxaneyê. Li wir derbarê betalkirina pasaportan de zabıtname hate nivîsin. Lê hate gotin ku sedema betalkirina wan de agahiya wan nîne, em dikarin ji beşa pasaportan a Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hîn bibin."

    Ayşe Yildirim û Celal Başlangiç ku agahdarname standin diyar kirin ku li bendene baholên xwe bistînin û ew ê vegerin malên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Pasaportên 46 rojnamegerên kurd hatin betalkirin
    22 rojnamegerên Ozgur Gundemê serbest hatin berdan
    Du rojnamegerên din birin pêşberî dadgehê
    Li Nisêbînê 4 rojnamegerên desteserkirî serbest hatin berdan
    Lîsteya rojnamegerên wê bên desteserkirin hate belavkirin
    Komeleya Rojnamegerên Azad wê piştgiriya rojnamegerên girtî bike
    Tirkiyê destûr neda ku rojnamegerên alman serdana Baregeha Încîrlîkê bikin
    Erdogan rojnamegerên biyanî ji xwe re kir hedef: Çi karê we li Amedê heye?
    Etîketan:
    astengkirin, destdanîn, pasaport, Balafirxaneya Ataturkê, Rojnameya Evrenselê, Rojnameya Cumhuriyetê, Ayşe Yildirim, Celal Başlangiç, Stenbol, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de