12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa konvoya alîkariya însanî

    Êrişa konvoya alîkariya însanî ya Helebê xapandin bû

    © AP Photo/ Aleppo 24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Pisporên leşkerî yên girêdayî Grûba Piştgiriya Sûriye ya Navneteweyî ragihand ku êrişa konvoya alîkariya însanî xapandin bû.

    Navenda Nûçeyan — Pisporên leşkerî yên girêdayî Grûba Piştgiriya Sûriye ya Navneteweyî ragihand ku êrişa konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî senaryoyeke ku baş hatibû amadekirin û xapandin bû.

    Li Sûriyeyê li bajarê Helebê konvoyeke alîkariya însanî di 19ê Îlonê de rastî êrişê çekdarî hatibû 3u di êrişê de herî kêm 21 kesê ku karmendê Neteweyên Yekbûyî û xwenexş jî di nav de bûn hatibûn kuştin û wesayîtên di konvoyê de hatibûn texrîbkirin

    Li gorî raporteke ku ajansa Spûtnîkê bi dest xistiye, pisporên leşkerî dîmênên Navgînên Hewayî yê Bêmirov ên Rûsyayê ku alîkariya însanî dişopand vekolandin. Pisporên leşkerî piştî vekolandinê ragihandin ku di dîmênan de jî xuya dike topeke hawanê ku qalîbreya wê fireh e û li ser wesayîtekê tê veguhestin xuya dike.

    Pisporên leşkerî di berdewamiya raportê de bale dikşînin ser aktîfbûna milîtanên EL Nûsra yên herêmê û piştî wêneyên êrişê vekolandin li gorî baweriya wan ew êriş xapandin e. Wekî mînak, digel ku qismê beşa ajovan digel ku tu şopa derb û êrişê tunebû jî, lê kargoyên di wir de hemû hatibûn texrîbkirin. Her wiha cebilxaneya ku li ser wesayîtan hedef hatibû girtin ferq kirin ku hemû zingar girtiye.

    Ji aliyê din ve pisporên leşkerî di rêya konvoya ku rastî êrişê hat de tu amareyên texrîbkirinê nedîtin, heke êrişa hewayî pêk bihata dê rewşa wir gelek cûdatir bûna. Li gorî raportoran ev êrişa konvoya alîkariya însanî xapandin e û bi senaryoyeke baş hatiye amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    Daxuyaniyên Kerry a derbarê êrişa konvoya NYê de berevajiye
    IFRC: Di encama êrişa li dijî konvoya alîkariyê de 20 sivîlî jiyana xwe ji dest da
    YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"
    Sedema biryara Amerîkayê 200 perwerdekarên Rojavayî ku li Helebê asê mane ye
    Li Helebê şerên dijwar: 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    EL Nûsra, konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî, Grûba Piştgiriya Sûriye ya Navneteweyî, Helebê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de