14:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Nûnerê Haşdî Şabî

    Heşdî Şabî: "Ji bo me DAIŞ û Artêşa Tirk wekî hev in"

    © Foto: Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29510

    Hat ragihandin ku rêxistina ji milîsên şiî pêk tê Heşdî Şabî leşkerên Tirkiyeyê tehdît kirin û ragihandiye ku ji bo wan tu ferqa DAIŞ û Artêşa Tirkiyeyê tuneye.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Heşdî Şabî ragihand ku ew çawa şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin bi heman awayî dê şerê leşkerên Artêşa Tirkiyê jî bikin.

    Berdevkê Heşdî Şabî Yusif el-Kîlabî artêşa Tirkiyê ya li dora Mûsilê wekî "hêzeke dagirker" binav kir û got: "Di dema destpêkirina operasyona Mûsilê de, em ê tenê şerê DAIŞê nekin. Heman awayî em ê şerê leşkertên tirk jî bikin. Leşkerên Tirkiyê bi destûra hikûmeta Iraqê nehatine nav axa Iraqê û heke venekişin dê bi heman çavê DAIŞê li wan binerin."

    Ji aliyê din ve parlamenterê kurd Erefat Kerîm rexne li partiyên Parlamentoya Iraqê girt û diyar kir ku ew helwesta li hember Tirkiyê girtine, divê li hember welatên din ên hatine nav axa Iraqê jî bigrin.

    Erefat Kerîm got: "Ji ber çi behsa Îranê nakin. Îran heta Bexdayê hatiye. Jiber ku armanc diyar e. Divê parlamento ligel hemû aliyan xwedan heman helwestî be."

    Ji aliyê din ve parlamenterê sunî yê parlamentoya Iraqê Ehmed Cubûrî jî got: "Divê Iraq li hember Tirkiyê helwesteke lez werbigire. Divê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî bike da ku careke din re nede Tirkiye bê nav axa Iraqê. Divê hikûmeta Iraqê jî pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî ligel Enqerê ji ber çavan re derbas bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Selahadînê 50 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin
    Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e
    Lîsteya reş: PKK, YPG, Heşdî Şeibî, Artêşa Azad...
    Milîsên Heşdî Şebî li Fellûceyê camî û avahiyên welatiyan dişewitînin
    Serokê Heşdî Şebî Hadî Amirî gef li sunişyan xwar in
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Leşkerên Artêşa Tirkiye li Kampa Başîqayê, Rêxistina Heşdî Şabî, Ehmed Cubûrî, Erefat Kerîm, Yusif el-Kîlabî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de