08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Deriyê sînor

    6 ton derman ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojava bû

    © Foto: basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2510

    Desteya Tenduristiya Kantona Cizîrê 6 ton dermanên ji Herêma Kurdistanê hatiye şandin wergirt.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANHAyê Desteya Tenduristiyê 6 ton derman ji Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de wergirt. Derman ji hêla xêrxwazên bajarê Dihokê bi alîkariya Rêveberiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ve hatine komkirin.

    Alîkarê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Selman Ehmed derbarê derbaskirina dermanan de aşkere kir ku di nava dermanan de antibiyotik, serum û dermanên din hene ku ji bo birîndarên teqîna Hesekê hatine şandin.

    Ehmed herwiha diyar kir ku derman wê li nexweşxaneyên birîndar lê tên dermankirin bên belavkirin. Ehmed herwiha destnîşankir ku beriya niha Rêvebiriya Desteya Tenduristiya Silêmaniyê jî ji bo Rojava derman şandiye.

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e
    Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
    Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
    Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
    HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
    Etîketan:
    nexweşxane, birîndar, derman, ANHA, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Rêveberiya Desteya Tenduristiya Dihokê, Rêvebiriya Desteya Tenduristiya Silêmaniyê, Selman Ehmed, Rojava, Herêma Kurdistanê, Silêmanî, Dihok, Hesekê, Kantona Cizîrê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de