11:11 23 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Cerablusê

    CHPê ji Yildirim pirs kir: "Çima Tirkiye tevlî aloziya Sûriyeyê dibe"

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Mersinê Fikri Saglar di pirsa xwe ya ji bo Yildirim de ragihand ku Amerîka û Rûsya di mijara Sûriyeyê li hev nakin, çima Tirkiye tevlî kaosa Sûriyeyê dibe.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê CHPê yê Mersinê Fikri Saglar, axaftinên Serokwêzîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ên derheqê Sûriyeyê de anî rojeva parlamentoyê. Saglar di pirsa xwe ya ji bo Serokwezîr Yildirim de got: "Niha Amerîka û Rûsya di polîtîkaya Sûriyeyê de li hev nakin û xuyaye hedefa şer wê hêla çekan biguherîne. Çima Tirkiye tevlî kaosa Sûriyeyê dibe."

    Fikrî Saglar bi daxwaza bersivdayîna Serokwezîr Binali Yildirim pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir. Saglar, ev 40 roj bi ser Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ya operasyona Mertalê Firadê re derbas bû ku ketiye başûrê Sûriyeyê.

    ARMANCA OPERASYONÊ DIJBERIYA KURDAN E

    Saglar di pirsa xwe ya ji bo Yildirim de got: "Her çikas daxuyaniyên fermî gotibûn armanca vê operasyona Mertalê Firadê belavkirina çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma sînor be jî, Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de got ‘êdî bes e, divê ev kar liv ir bi dawî bibe. Artêşa me îro berê sibehê saet li 04.00an li hemberî rêxistinên DAIŞ û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) operasyon daye destpêkirin' dibêje û daxuyaniyên fermî hev nagirin. Her çikas diyarî çav armanc DAIŞ be jî, lê armanca sereke li hemberî kurdan tê xuyakirin."

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Mertalê Firadê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da
    Grûba Hmeymîmê: "Divê bersiva leşkerî li dijî operasyona Mertalê Firadê were dayîn"
    Li Dîlokê operasyona DAIŞê: 4 kes hatin desteserkirin
    ‘Bi operasyona Rûsyayê re pêşiya parçebûna Sûriyê hate birîn'
    "Operasyona Rûsyayê nehişt, Sûriye ji nexşeyê rabe"
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Parlamenterê CHPê yê Mersînê, Operasyona Mertalê Firadê, Recep Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Fikri Saglar, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de