10:00 18 Tebax 2017
Zindî
    Şaredarî - kayyum - kayum

    ‘’Ji 60 şaredariyên DBPê re qeyûm!’’

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Hejmara şaredariyên DBPê yên ku qeyûm ji wan re hatine tayînkirin gihişt 26an û ihtimal heye ku di rojên pêş de qeyûm ji bo 34 şaredariyên din jî bên tayînkirin.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu hat girtin û qeymeqamê Karazê Yusuf Turan ji Şaredariya Hênê re wek qeyûm hat tayinkirin. Bi vî qeyûmê dawiyê re, hejmara şaredariyên DBPê yên ku dewleta tirk bi qeyûman dest danîn ser gêhişt 26an.

    Cîgirê Hevserokên DBPê Ramazan Tunç ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku, di rojên pêş me de dibe ku dewleta tirk qeyûman tayînî 34 şaredariyên din ên DBPê dike. Berî qeyûman li gor encama hilbijartinên 2014an di dest DBPê de 106 şaredarî hebûn.

    "DEWLETA TIRK LI GORÎ KÊFA DILÊ XWE…"

    Tunç got: ‘'Dewleta tirk li gorî kêfa dilê tenê li ser îdîayên dozgeran şaredaran desteser dike berê, paşê wan digire û dûre jî bi qeyûman dest datîne ser şaredariyan. Bi qeyûmê ku ji bo Şaredariya Hêne re hatiye şandin re hejmara şaredariyên me yên ku dewletê qeyûm ji wan re tayîn kirin bû 26. Ji bilî van şaredariyan, dibe ku di rojên pêş me de qeyûman ji 34 şaredariyên me yên din re jî tayîn bikin.''

    Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu di 8ê Îlonê de hatibû desteserkirin. Zorlu piştî 22 rojan sewqî dadgehê bûbû û bi îdiaya ku ew ‘'endamê rêxistinê ye'' hatibû girtin.

    Di hilbijartinên herêmî yên di 2014an de BDPê li Hênê ji %45.8ê dengan girtibû, AK PARTİyê di rêza duyem de jî ji %36.5ê dengan.

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnera YEyê ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî da
    CHPê li Amedê tayînkirina qeyûman nirxand: Sextekarî ye
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    Bo Şaredariya Erxeniyê qeyûm hate şandin
    Li Bazîdê qeyûm îstîfa kir!
    Qeyûm dest danî ser şaredariya Hezexê jî
    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Etîketan:
    qeyûm, şaredarî, tirk, AK Parti, DBP, Ramazan Tunç, Yusuf Turan, Abdurrahman Zorlu, Hênî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de