03:45 21 Tebax 2017
Zindî
    KCK

    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 54010

    KCKê derbarê êrîşa Hesekê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û got ku qasî DAIŞê hêzên siyasî û dewletên piştgiriya wê dikin jî berpirsiyarên vê êrîşê ne. KCKê herwiha got ku Tirkiye û DAIŞ dijminên Şoreşa Rojava ne.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî êrîşa xwekujî ya li ser bajarê Hesekê yê Rojava daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KCKê êrîşa li ser şahiya li bajarê Hesekê weke tolstandina DAIŞê ya li hemberî ‘Şoreşgerên Rojava' têk çûne nirxand û got ku ev cûre êrîş di dîroka cîhanê de nehatine dîtin.

    KCKê herwiha diyar dike ku ji êrîşê ne tenê DAIŞ hêz û dewletên piştgiriya wê dikin jî berpirsiyar dibîne û dibêje wê li gel DAIŞê ev hêz jî hesab bidin. KCK di daxuyaniya xwe de hikûmeta AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî sûcdar dike û wiha dinirxîne: "Niha du hêzên bingehîn ên Şoreşa Rojava hene; ew jî Tirkiye û DAIŞ in. Êrîşên li ser Şoreşa Rojava bêhtir ji van her du hêzan tê. Tirkiye hîna ji serî de bi dijminaniya Şoreşa Rojava piştgirî daye DAIŞê û DAIŞ jî dijminantiya Tirkiyê ya li hemberî Rojava dît û kete mile Tirkiyê û her cûre piştgiriya Tirkiyê standiye."

    Bi heman mijarî:

    DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e
    Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
    Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
    Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
    HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
    Etîketan:
    êrîşa xwekujî, 'Şoreşgerên Rojava', 'Şoreşa Rojava', DAIŞ, Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCKê, Tirkiye, Rojava, Heseke
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de