18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Tirkiyeyê

    YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1525 0 0

    Meclisa Sûriyeya Demokratîk ragihand ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê li rojhilatê Helebê 28 sivîl kuştin û bêtirî 100 kesî jî birîndar kirin.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Rêzan Hedo ji Spûtnîkê re ragihand ku Hêzên Hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê îro li rojhilatê Helebê 28 kes kuştine û bêtirî 100 kesî jî birîndar kirine.

    Hedo derbarê bûyerê de wiha axivî: "Balafirên Tirkiyeyê gundewarên navçeya Babê ya girêdayî Helebê bombebaran kirin û di encamê de 28 kes hatin kuştin û bêtirî 100 kesî jî birîndar bûn."

    Herwiha rayedarê MSDê bangî rêxistinên navdewletî kir ku lêpirsînekê di bûyere de pêk bînin, "êrîşkariya Tirkiyeyê" rawestînin û alîkariya mirovî û bijîşkî dabîn bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
    HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne
    HSD: ‘Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike'
    Artêşa Amerîkayê: Tirkiye û HSD wek hev ji me re giring in
    HSD: Ji bo operasyona Reqayê em ber bi rojhilatê Feratê ve vedikişin
    HSD: Wesayetek terorîstan hate rûxandin
    Etîketan:
    birîndar, sivîl, êrîş, Artêşa Tirkiyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêzan Hedo, Sûriye, Heleb, Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de