14:40 23 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiye yê li Bexdayê kir

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyand ku wan biryar daye ku bangî Balyozê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi yê li Bexdayê bike.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ahmed Cemal bi daxuyaniyeke nivisî got "Wezareta Karên Derve ji ber daxuyaniyên Tirkiyeyê yên di derbarê operasyona Mûsilê de biryar girt ku bangî Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bike."

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî di saetên sibehê de Balyozê Iraqê Hişam Eli Ekber İbrahim el Alevi yê li Enqereyê bangî wezaretê kiribû. Ji bo El Alevi yê ku bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve Ahmet Yildiz re civiyabû, nerehetiya di derbarê biryara Parlamena Iraqê ya dijberî Tirkiyeyê de hatibû vegotin.

    Parlamena Iraqê duh biryar girtibû ku bila leşkerên Tirk ji Iraqê derkevin û di biryarê de hatibû xwestin ku "bila hikumeta Iraqê dirêjkirina tezkere ya Parlamena Tirkiyeyê qebûl neke û vê yekê ji Tirkiyeyê re ragihîne, bila ji bo Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê hişyarî were dayîn, hêzên Tirk ên ku dildarên li dijî DAIŞê perwerde dikin wek ‘hêzên dagirker' werin pênase kirin û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan werin şermezar kirin."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karên Derve bertek da biryara Parlementoya Iraqê
    Parlamena Iraqê: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Parlamena Tirkiyê tezkereya Sûriye û Iraqê pejirand
    Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Etîketan:
    bang, Serokomarê Tirkiyeyê, Parlamena Iraqê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê, Balyozê Iraqê yê li Enqereyê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Hişam Eli Ekber El Alevi, Faruk Kaymakçi, Ahmed Cemal, Ahmet Yildiz, Tirkiye, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de