10:58 20 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Fermandarê Amerîkayî: Hebûna leşkerên Tirk li Iraqê derqanûnî ye

    © Flickr/ Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Berdevkê Hêza Hevpeyman a Navdewletî ya li Iraqê Serhengê Amerîkayî John Dorrian got leşkerên Tirk ên li Iraqê ne tevlî Hevpeymana Navdewletî ne.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Hêza Hevpeyman a Navdewletî ya li Iraqê Serhengê Amerîkayî John Dorrian diyar kir ku leşkerên Artêşa Tirk ên li Iraqê di nava Hêzên Hevpeyman a Navdewletî de cih nagirin.

    Dorrian di dewama axaftina xwe de wiha got "leşkerên artêşa Tirk ên li Iraqê bi destûra hikumeta Iraqê nehatine û derqanûnî ye. Tê zanîn ku hinek welatên ku di nava Hêza Hevpeyman a Navdewletî de cih digirin, bi destûra Hikumeta Iraqê li vir in.Ev hêz di têkoşîna li dijî DAIŞê de him ji hewa him jî ji bejahiyê piştgiriya artêşa Iraqê dikin."

    Dorrian dest nîşan kir ku artêşa Tirk di nava wan Hêzên Hevpeyman a Navdewletî de cih nagire û bêyî destûra hikumeta Iraqê li ser axa Iraqê ye.

    Her wiha tê zanîn ku him Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bang kiribû him jî Parlemana Iraqê duh biryar girtibû ku bila leşkerên Tirk ji Iraqê derkevin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamena Iraqê: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Ebadî: Tirkiye bila leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
    Etîketan:
    leşker, hebûn, derqanûnî, Artêşa Tirk, Parlamena Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Hikumeta Iraqê, Berdevkê Hêza Hevpeyman a Navdewletî ya li Iraqê, Hevpeymana Navdewletî, Heyder Ebadî, John Dorrian, Tirkiye, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de