05:13 20 Tebax 2017
Zindî
    Numan Kurtulmuş

    Kurtulmuş: "Em amade ne ji bo Başîqayê hevkariyê bikin"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku leşkerên tirk li Başîqayê ne dagirker e, em amade ne ji bo Başîqayê bi hikumeta Iraqê re hevkariyê bikin.

    Enqere — Berdevkê hikumetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku leşkerên tirk li Başîqayê ne dagirker e, em amade ne ji bo Başîqayê bi hikumeta Iraqê re hevkariyê bikin.

    Numan Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe de ji bo biryarnameya Parlamentoya Iraqê ku derheqê leşkerên Tirkiyeyê de derxistibû ji rojnamevanan re axivî û got: "Em vê biryara Parlamentoya Iraqê fêhm nakin û em vê biryareke rast nabînin. Me berê jî gotibû ji bo tekoşîna dijterorê em amade ne bi hikumeta Iraqê re hevkariyê bikin."

    Kurtulmuş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Iraq pir perçe bûye û leşkere tirk li Başîqayê ji bo aramî û aştiyê li wir e û mafê tu kesî tuneye li hemberî mana leşkeran derkeve. Eşkereye ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo perwerdeya hêzên herêmî alîkariyê dixwaze. Tirkiye dê mûsaede neke ku ev mijar bibe cihê nîqaşê."

     

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: Divê PYD bi temamî vegere rojhilatê Firatê
    Kurtulmuş: Divê medrese û dergeh jinûve werin avakirin
    Kurtulmuş: YPGê vekişiyaye rojhilatê Firatê
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Kurtulmuş: Divê Amerîka fişarê li ser kurdan zêde bike
    Etîketan:
    Parlamentoya Almanyayê, Leşkerên tirk ên li Başîqayê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û berdevkê hikumetê, Numan Kurtulmuş, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de