16:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Ozgur Radyo

    Kesên ku li Ozgur Radyoyê hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat diyar kirin ku xebatkarên Ozgur Radyoyê yên ku di dema girtina radyoyê de hatibûn desteser kirin, serbest hatin berdan.

    Navenda Nûçeyan — Polîsan bi biryarnameya di hikmê yasayê (KHK) de ya di çarçoveya Rewşa Awarte de duh di derdora saet 14.00a de bi ser Ozgur Radyoyê de girtibûn û xebatkarên radyoyê bi zorê desteser kiribûn. Hat diyar kirin ew ên ku hatibû desteser kirin, serbest hatin berdan.

    Ji aliyê din ve ajansa DÎHAyê hejmara kesên ku hatibûn desteserkirin û paşê serbest hatin berdan wek 16, DHA û ETHAyê wek 18, T24ê jî wek 17 diyar kir.

    Her wiha di nava kesên ku hatibûn desteserkirin de Sedat Şenoglu yê hevserê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî hebû û ew jî serbest hat berdan.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
    Malpera IMC tvyê hat estengkirin
    Midûrê nûçeyan yê İMC TVyê hate desteserkirin (Hate nûkirin)
    Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin
    Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
    RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
    Etîketan:
    serbest hat berdan, desteserkirin, Rewşa Awarte, Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), DHA, ajansa DÎHAyê, Hevseroka Giştî ya HDPê, Radyo Ozgur, Sedat Şenoglu, Figen Yuksekdag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de