13:08 21 Tebax 2017
Zindî
    TV10

    Polîsan avêt ser TV10ê: Avahiya kanalê hate morkirin

    © Foto: Twitter / TV10
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Piştî serdegirtina IMC û Hayatin Sesî, polîsan duh bi ser TV10ê de girt û avahiya kanalê mor kir ku weke ‘kanala Elewiyan' tê nasîn.

    Stenbol — Li gorî nûçeya DİHAyê, di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Yaseyê de (KHK) 23 TV û radyo hatibûn girtin ku yek ji wan jî TV10 bû. Polîsan duh saetên şevê girtin ser avahiya televizyonê ya Esenyurtê.

    Di dema serdegirtinê de ekîbên darayî jî cî digirtin ku kelûpelên televizyonê hijmartin û zabitname girt. Di dema morkirina deriyê kanalê de pîr û nûnerên saziyên elewiyan, hunermend û siyasetmedar hatin avahiyê û li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

    Di navbera polîsan û mufetişan û çalakvanan de demeke kurt gengişî derket. Piştî vê gengeşiyê pîrên elewî û nûnerên saziyan di nava xwe de hevdîtinek pêk anîn. Pîrên elewiyan û nûnerê saziyan qasî nîv saetê çalakiya xwe berdewam kirin û çalakiya xwe bidawî kirin.

    Piştî bidawîhatina çalakiyê polîsan deriyê rejiya kanalê mor kirin û ji avahiyê derketin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistinên rojnamegeran: Bila biryara girtina tv û radyoyan bi paş de were kişandin
    Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    Ozgur Gun Tv hate astengkirin
    Hunermendên kurd li hemberî girtina Zarok TVyê derketin
    Polîsan girt ser Ozgur Radyoyê: Xebatkar hatin destserkirin
    Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
    Malpera IMC tvyê hat estengkirin
    Etîketan:
    morkirin, pîr, kanala elewiyan, girtin, TV10, Televizyona Hayatin Sesi, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), IMC TV, DİHA, Esenyurt, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de