06:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên şer

    Hêzên Hevpeymanê bi şaşî li Heşda Eşîran xist: 20 kuştî

    © Sputnik/ VLADİMİR ASTAPKOVİCH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16201

    Hêzên Hevpyemana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşnegiya wê dike, bi şaşî Heşda Eşîran li nêzîkî Mûsilê bombebaran kirin.

    Navenda Nûçeyan -Qeymeqamê Mûsilê ya navenda Nînewa Hisên Hecî Hacim ji Spûntîkê re ragihand ku balafirên Hêzên Hevpeymanê bi şaşî Heşda Eşîran bombebaran kiriye.

    Hacim diyar kir, "DAIŞ 200 metreyî ketin nava gundê Hecî Elî ya li başûrê Mûsilê û Heşda Eşîran jî bersiv daye wan û bi alî wan de bi pêş de çûye. Di wê navberê de balafirên hêzên Hevpeymanê bi şaşî li Heşda Eşîran daye."

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama wê bomberanê de, 20 endamên Heşda Eşîran hatin kuştin, piştî ku 25 endamên DAIŞê ji aliyê wan ve hatibûn kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Iraq ji Erdogan re got: Destê xwe ji Mûsilê bikşîne
    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"
    'Balafirên koalîsyonê li Mûsilê li DAIŞê didin'
    Artêşa Tirkiyeyê kete rêya bajarê Mûsilê
    "Dibe rizgarkirina Mûsilê bi mehan dirêj bike"
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Hevpeymanê, Heşda Eşîran, Hisên Hecî Hacim, Hecî Elî, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de