22:31 23 Tebax 2017
Zindî
    Şaredariya Hênê

    Hikumeta Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Hênê jî kir

    © Foto: www.hani.bel.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, hikumeta Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Hênê ya navçeya bajarê Amedê jî kir.

    Amed — Piştî ku hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu hat girtin, hikumeta Tirkiyeyê qeymeqamê Karazê wekî qeyûm tayînî Şaredariyê Hênê kir.

    Hevşaredarê navçeya Hênê ya bajarê Amedê Abdurrahman Zorlu di 8ê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî 22 rojan di binçavan de mabû sewqî dadgehê hatibû kirin û bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. Piştî hevşaredar Zorlu hat girtin qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.

    Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, qeymeqamê Karazê Yusuf Turan wekî qeyûm tayînî şaredariya Hênê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê ji bo 3 şaredariyên din jî qeyûm hatin tayinkirin
    Bo Şaredariya Erxeniyê qeyûm hate şandin
    Li Bazîdê qeyûm îstîfa kir!
    Qeyûm dest danî ser şaredariya Hezexê jî
    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Etîketan:
    DBP, Hikumetê qeyûm tayînî Şaredariya Hênê jî kir, Şaredariya Hênê, Abdurrahman Zorlu, Hênê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de