14:29 19 Sibat 2018
Zindî
    şer - pevçûn

    Di êrîşa li Licê de 2 leşker jiyana xwe ji dest da

    © Foto: © AA/ Cafer Balık
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di encama êrişa li Licê ya li hember Qereqola Qorxayê de 2 leşker jiyana xwe ji dest da.

    Amed — Îro danê êvarê endamên HPGê li hember Qereqola Qorxayê ya li navçeya Licê êrişeke çekdarî pêk anîn. Di encama êrişê de serpel û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.
    Hat ragihandin ku leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li Amedê.
    Piştî bûyerê Walitiya Amedê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û got di encama êrişa li hember qereqolê leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Licê ya Amedê şer: Leşkerek hat kuştin û 1 jî birîndar bû
    Qayûmê şaredariya Licê îstifa kir
    Li Licê ji bo şeradariyê cerdevanek weke kayûm tayin kirin
    Li 13 gundên Licê û Hênê derketina derve hat qedexekirin
    Li herêma navçeya Licê qedexe hat rakirin
    Etîketan:
    şer, eriş, hpg, leşkerên tirk, licê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de