04:41 26 Sibat 2018
Zindî
    înternet

    RedHackê malpera fermî ya RTUKê hack kir

    © Flickr/ Markku Ulander
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koma hackerê ya bi navê RedHackê malpera Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya ku deriyên IMC TV û Hayatin Sesi TV yê mohr kir, hack kir.

    Navenda Nûçeyan — Rayedarên RTUKê û polîsan dema weşana zindî de bi ser weşana IMC TV û Hayatin Sesi TVyê de girtibûn û bi biryarnameyên di hukmê yasayê (KHK) de dawî li weşana wan anî bûn. Odeya rejiyê ya Hayatin Sesi TVyê hatibû mohr kirin.

    RedHack a ku malpera fermî ya RTUKê ya li ser navnîşana ‘www.rtuk.org.tr.' hack kir peyama xwe ya di derbarê çalakiyê de û dîmenê ekranê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Di peyamê de wiha hat gotin: "Êrîşên li dijî Çapemeniya Azad û @imc_televizyonu şermezar dikin! Em navberê de Weşana RTUK a cûntayê, http://www.rtuk.gov.tr DOWN!#RedHack".

    Bi heman mijarî:

    RedHack maila wezîrê tirk bidestxist
    Isixbarata Îsraîlê telegrama DAIŞê hack kir
    Girtina IMC Tv yê di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye
    Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
    Malpera IMC tvyê hat estengkirin
    Midûrê nûçeyan yê İMC TVyê hate desteserkirin (Hate nûkirin)
    Etîketan:
    Biryarnameyên di hikmê yasayê de, şermezar kirin, hackkirin, Çapemeniya Azad, Televizyona Hayatin Sesi, IMC TV, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), RedHack
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de