18:59 25 Hezîran 2018
Zarok TV

Hunermendên kurd li hemberî girtina Zarok TVyê derketin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî biryara girtina Zarok TVyê di çarçoveya Biryarnameya di Hikmû Yaseyê de (KHK) komeke hunermendên kurd bertek nîşan dan.

Navenda Nûçeyan — Hunermendên kurd bi vîdeoyan peyama piştgiriya Zarok TVyê kirin û vîdeoyên xwe li ser Twitter û Facebookê par ve kirin. Hunermendan di vîdeoyên xwe de li hemberî biryara girtina Zarok TVyê derketin û daxwaz kirin ku careke din Zarok TV dest bi weşanê bike.

Yek ji wan hunermendan Ciwan Haco ye. Haco di videoya xwe de dibêje ku, "Zarok bê guneh in. Hêvîdarim Zarok TV li Diyarbekirê dest bi weşanên xwe bikin."

Hunermend Aslîqa Qadir jî dibêje ku, "Bi nîjadperestiyê hiç miletek pêş neketiye û pêş nakeve."

Herwiha Tara Mamedova jî di peyama xwe de dibêje ku "Zarok TV şahî û dilxweşiya me hemûyan e."

Di nava hunermendên ku piştgirî dane Zarok TVyê de Mem Ararat, Ayfer Duzdaş, Devrim, Rûgeş, Rûken, Xecê, Serhat Kural, Ali Geçimli, Çiya û Alî Tekbaş heye.

Bi heman mijarî:

Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
Xebatkarên televîzyon û radyoyên ku hatin girtin civîn li dar xistin
RTUK ceza li televîzyonên kurd dibarîne
Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
Malpera IMC tvyê hat estengkirin
Etîketan:
girtina televizyonan, Zarok TV, Ali Tekbaş, Çiya, Ali Geçimli, Serhat Kural, Xecê, Rûgeş, Devrim, Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Tara Mamedova, Aslîka Qadir, Ciwan Haco, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de