04:37 26 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Parlamena Iraqê: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin

    © Wikipedia/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamena Iraqê di civîna xwe ya îro de ji hikûmetê daxwaz kir ku leşkerên tirk ên li Iraqê bên derxistin.

    Bexda — Parlamena Iraqê di bin serokatiya Serokê Parlamenê Selîm Cibûrî de civiya. Di civînê de li ser hebûna leşkerên tirk ên li Iraqê hate nîqaşkirin. Parlamenê di vê çarçoveyê de hin biryar girt ku ji 7 xalan pêk tê.

    Xalên ku Parlamena Iraqê pejirandin ev in:

    • Pêwîste hikûmeta Iraqê Balyozê tirk ê li Bexdayê vexwîne û nerazîbûna li hemberî demdirêjkirina tezkereya ji bo hebûna leşkerên Tirk nîşan bide.

    • Pêwîste hikûmeta Iraqê hemû tedbîrên xwe yên dîplomasî û leşkerî ji bo parastina Iraqê pêkbîne. Herwiha carek din peywendiyên aborî û bazirganiyê diber çavan re derbas bike.

    • Divê hikûmeta Iraqê ji Neteweyên Yekgirtî (NY), Desteya Ewlekariya Navdewletî û Yekîtiya Ereban daxwaz bike ku bertek nîşanî hebûna leşkerên tirk li ser xaka Iraqê bide û wan derxin.

    • Pêwîste hikûmeta Iraqê hêzên tirk ên li ser xaka Iraqê weke hêzek dagirker bibîne û ji bo derxistina wan, xebata pêwîst bike.

    • Divê Iraq hemû danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyeyê cardin di berçavan re derbas bike.

    • Pêwîste hikûmeta Iraqê daxwazê ji alî û saziyên pêwendîdar bixwaze dozê derbarê wan kesan de veke ku piştgiriyê didin hebûna leşkerên tirk li ser xaka Iraqê û daxuyaniyên piştgiriyê didin.

    • Parlamentoya Iraqê daxuyaniya Erdogan ên derbarê serweriya Iraqê de ret dike û wan weke daxuyaniyên parçebûna pêkhateyên Iraqê dibîne.

    'BILA BALYOZÊ TIRK JI IRAQÊ BÊ ŞANDIN'

    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal duh bertek nîşanî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dabû û xwestibû ku Tirkiye weke ‘hêzeke dagirker bê binavkirin'. Dîsa Koma bi navê Cebhet'ul Islahê, ji bo dersînorkirina Balyozê Tirkiyê li Bexdayê pêşnûme pêşkêşî Parlamena Iraqê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Serokwezîrê Ebadî: "Bila Artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê vekişe"
    Ebadî: Tirkiye bila leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
    Etîketan:
    Balyozê Tirkiyê li Bexdayê, Cebhet'ul Islah, Wezareta Karê Derve ya Iraqê, Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekgirtî (NY), Yekîtiya Ereban, Desteya Ewlekariya Navdewletî, Parlamena Iraqê, Ehmed Cemal, Recep Tayyip Erdogan, Selîm Cibûrî, Tirkiye, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de