01:53 25 Hezîran 2018
Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel

Walîtiyê tabeleya PSKê daxist

© Foto: facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Walîtiya Manisayê tabeleya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) daxist.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rûdawê Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel diyar kir ku Walîtiya Manisayê tabelaya partiya wan a li wî bajarî bi kêfî û bi awayekî bê hiqûqî daxistiye. Hat diyar kirin ku walîtiyê sedema daxistin a tabelayê wek ewlekariya bajêr nîşan daye.

Li gorî agahiyên nûçeyê Bozyel dest nîşan kir ku PSK di 30ê Gulana 2016a de weke fermî hatiye qebûl kirin û mafê tu walîtiyan tune ye ku dest bide wan. Her wiha Bozyel derbirî ku wan di derbarê Walîtiya Manisayê de him doz vekirine him jî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê agahdar kirine.

Li gel vê yekê hat hîn bûn ku Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) di derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û piştgiriya xwe ya ji bo PSKê nişandaye.

Bi heman mijarî:

PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'
PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng
Serokê PSKê: ‘'Rûsya li Suriyeyê piştgiriya Tevgera Kurd dike''
Serokê PSKê:'Hetanî pirsa kurd çareser nebe, Tirkiyê aram nabe'
Etîketan:
daxistin, tabela, Walîtiya Manisayê, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, PAK, Bayram Bozyel, Manisa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de