09:07 24 Sibat 2018
Zindî
    Ozgur Radyo

    Polîsan girt ser Ozgur Radyoyê: Xebatkar hatin destserkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsan girt ser avahiya Ozgur Rayoyê ya ku bi biryarnameya hikûmî hatibû girtin. Piştî sergirtinê, xebatkarên radyoyê hatin destserkirin û weşana radyoyê hat rawestandin.

    Stenbol —Piştî ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyeyê, 12 televizyon û 11 radyoyê li gorî biryarnameya hikûmî ya bi hejmara 668an hatin girtin. Polîsên ewlehiyê û yên maliyê girt ser avahiya Ozgur Radyoyê.

    ​Peywirdarên RTUKê yên ku hatin avahiya radyoyê ya li Kadikoya Stenbolê, got ku ew ê tenê odeya weşanê muhir bikin û polîsên beşa ewlehiyê jî diyar kir ku ew ê ti kesî destser nekin.

    POLÎSAN DERÎ ŞKENAND

    Xebatkara diyar kir ku ew dixwazin weşana xwe berdewam bikin, lewra ew ê derî nekin. Piştî derî şkand û wiha derbasî hundir bûn.

    "GELEK KES HATIN DESTESERKIRIN"

    Li gel xebatkarên radyoyê, Gerînendeyê ETHAyê Onder Oner, Gerînedeyê Giştî yê Atilimê Deniz Bakir û peyamnêrê JINHAyê Oyku Dilara Keskin ji bo piştgiriyê hatibûn avahiyê û gelek kes hatin desteserkirin.

    Herwiha hevjîna Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag Sedaat Şenoglu jî di nav wan kesan de ye yên li radyoyê hatin desteserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin
    Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
    RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
    Erdogan ji televizyon çînî re axivî: Hemû terorîst xerab in
    Derheqê 9 televizyon û 2 rojnameyên kurdan de lêpirsîn hat vekirin
    Etîketan:
    radyo, desteserkirin, Oyku Dilara Keskin, Deniz Bakir, Onder Oner, Kadikoy, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de