06:07 22 Sibat 2018
Zindî
    li bajarên kurdan şer

    ECRI: Siyasetmedarên Tirkiyeyê gotarên nefretê belav dikin

    © Sputnik/ O Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewropayê li dijî Nijadperestî û Bêtehemuliyê(ECRI) diyar kir ku siyasetmedar û kesên navdar ên li Tirkiyeyê roj bi roj bêtir gotarên nefretê belav dikin û hişyarî ji bo vê rewşê da.

    Navenda Nûçeyan — ECRI raportek belav kir û tê de diyar kir,li gel ku di mijarên serperiştiya gelemperî, "kêmneteweyên dîrokî" û penaberan de, hinek pêşketin pêk hatibin jî, rewşa penaberên sûrî, kurdan, romanan û komên LGBTyê "xerabtir" bûye.

    "GOTARÊN NEFRETÊ NAYÊN SIZAKIRIN"

    Herwiha hat diyarkirin ku piraniya gotarên nefretê ên li Tirkiyeyê, ji polîs û dadweran re nayên ragihandin lê yên tên ragihandin jî bi piranî nayên sizakirin. Di vî beşî de wiha tê gotin: "Ti delîl di destê ECRIyê de tine ne ku gotareke nefretê ya li dijî kurd, elewî yan jî kêmahiyên ne misilman li pêşberî dadmendiyê hatibin sizakirin".

    Ji aliyê din ve, raportê behsa şerê li dijî PKKê jî kir û hat xwestin ku "di vê têkoşîna ku navê operasyonên ewlehiyê li dijî PKKê' li wan tê kirin" cudakariya rasterast ya nerasterast li dijî kes an koman ji ber jêdera wan ya etnîkî neyê kirin û bergirî li himberî mirin û birîndarbûna kurdan û sivîlan were girtin.

    "MILYONEK KURD JI WARÊ XWE BÛN Û…"

    Di raportê de hat ragihandin ku li gel hewldanên hikûmetê jî hîn milyonek kurd venegeriyane cih û warên jê bûne û li gel ku karta wan a kesk heye jî lê hikûmet piştgiriyeke xurt nade wan.

    Herwiha di bin navê "tundûtûjiya nijadperest" de rexne li bikaranîna têgeha "milîtanên kurd" hat girtin: "Li gorî termînoljiya 'milîtanên kurd' şaş e. Qet nabe ku terorîzm bi komeke etnîkî ve were girêdan."

    Ji aliyê din ve, ECRIyê diyar kir ku roj bi roj, siyasetmedar û kesên navdar ên li Tirkiyeyê bêtir gotarên nefretê belav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: "Heke kurd tevlî operasyona Reqqayê bibin, em tevlî nabin"
    12 partiyên kurd bertek dan êrişên Tirkiye yên li ser Rojava
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Balyozê Tirkiyeyê: Rûsya û Tirkiye di pirsa kurd de ne wek hev difikirin
    'Rastiya Kurd, Cenevre-3 û Tirkiye xitimand'
    Bi Wêne... Tirkiye laşên sê keçên kurd perçe kirin
    Etîketan:
    termînolojî, kêmnetewe, kurd, roman, ECRI, LGBT, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de