00:15 19 Hezîran 2018
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek

PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng

© Foto : nerinaazad.com
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê êrîşa terorîstên DAIŞê ya li Hesekê şermezar kir û bang li PYDê kir, da ku li pêş derbasbûna Pêşmergeyên Roj ya ji bo Rojava nebin asteng.

Navenda Nûçeyan — Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di serê daxuyaniya xwe de ew êrîşa terorîstan şermezar kir û ji bo kesên ku di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran jî şifeya xêrê xwest.

PSKê di dewama daxuyaniya xwe de cih da van gotinan "em bi vê wesîleyê bang li hêzên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê dikin ku ji bo pêkanîna ewlehî ya canê welatiyan hîn zêde hewl bidin."

Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku êrîşên wisa xembar dide xuya ku ji bo pêkanîna aramî û ewlehî ya li Rojavayê Kurdistanê yekîtiya rêxistinên siyasî yên li vî perçeyî şert e.

Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li PYD û YPGê kir û got "em careke din bang li PYDê û YPGê dikin ku bila li pêşiya derbasbûna 'Pêşmergeyên Roj' ji bo Rojavayê Kurdistanê nebin asteng."

Bi heman mijarî:

PDK Bakur bangî PYDê kir: Bila Pêşmergeyên Roj derbas bibin
Yekîtiya Demokratîk a Kurdî serdana PDK-Îyê kir
PDK-Bakur damezirandina partiyeke yasayî nirxand
"Herdû PDK şerê xwe li dijî Îranê radiwestînin"
PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'
PSK: ‘Ne HDP, PKK têk çû!'
Etîketan:
pêşî, derbasbûn, asteng, şermezarkirin, Daxuyanî, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), YPG, PYD, Hesekê, Rojava, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de