14:50 18 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Parlamentoya Iraqê: "Bila Balyozê Tirkiyeyê were dersînorkirin"

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Grûba Cebhetul Îslah ku nêzî Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malîkî ye ji Parlamentoya Iraqê daxwaz kir û Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê were dersînorkirin.

Bexda — Grûba Cebhetul Îslah ku nêzî Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malîkî ye ji Parlamentoya Iraqê daxwaz kir û Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê were dersînorkirin û hikumeta Iraqê jî Balyozê xwe yê Enqereyê berepaş vekişîne.

Li gorî nûçeyên ajansên iraqî, Grûba Cebgetul Îslah pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kiriye û ragihand ku hikumeta Tirkiyeyê mûdaxeleya nava Iraqê dike, leşkerên xwe li ser axa Iraqê bê destûr bi cih kirine û her wiha Parlamentoya Tirkiyeyê tezkereya ku bikaribe li ser axa Iraqê operasyonan bike nû kiriye. Ji bo van kiriyarên Tirkiyeyê bila Parlamentoya Iraqê Balyozê Tirkiyeyê yê li Bezdayê dersînor bike û yê xwe li Enqereyê jî vekişîne.

Parlamentoya Tirkiyeyê di 1ê Îlonê de maweyê tezkereya ku bikaribe li ser axa Iraq û Sûriyeyê operasyon bike dirêj kiribû.

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Iraqê derbarê wezîrê kurd de dengê pêbaweriyê pêk tîne
Parlamentoya Iraqê wezîfeya 5 wezîrên nû pejirand
Ebadîyî pêşmergeyên li dora Parlamentoya Iraqê bi hêzeka ereb re guhert
Serokê Parlamentoya Iraqê hat dûrxistin!
Serokê Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ye
Etîketan:
Parlamentoya Iraqê, Nîqaşên dersînorkirina Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê, Grûba Cebhetul Îslah, Nûrî Malikî, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de