01:52 25 Hezîran 2018
selahattîn demîrtaş-hdp

Demirtaş: Asîmilasyona herî zêde di vê demê de çêbûye

© Foto: AA/ Okan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş behsa girtina kanalên televizyonan û radyoyan kir û got ku heke wan rûmeta xwe bifirotana îro polîs nal ê wê wezîr biçûna serdana wan. Demirtaş herwiha got ku asîmîlasyona vê demê deh qatê ya dîroka komarê ye.

Enqere — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di civîna partiya xwe ya koma parlamenê de axivî. Demirtaş Rojiya Muharremê li Elewiyan pîroz kir û ji ber polîtîkayên derbarê Elewiyan de hikûmet rexne kir û wiha got: "Bi navê ola AKPê tiştek îcat kirin. Ez ne ji bo fişalkirinê dibêjim. Rêzikên wan bixwe hene. Mînak di ola AKPê de dizî ne guneh e. Xizanî lê weke sedema madalyayê ye."

'KES NIZANE BÊ ÇIQAS ERD PÊŞKÊŞÎ CEMAETA GULEN KIRINE'

Demirtaş derbarê tayinkirina qeyyûman de jî nirxandin kir û wiha got: "Dizên herî mezin ên welêt, şaredariyên AKPê ne. Bila mufetişekî dadwer bikeve van şaredariyan, wê çi derkevin. Nîvê Enqereyê, Stenbolê xwarin. Kes nizane bê serweta wan çiqas e. Ne ew bûn ku wan digot? Kes nizane bê çiqas erd pêşkêşî cemaeta Gulenê kirine li qayyum ji bo şaredariyên DBPê tayin kirin. Çima? Ji ber ku ne diz in."

'WAN RÛMETA XWE NEFIROT'

Selahattin Demirtaş derbarê girtina 12 kanalên televizyonê û 11 radyoyan de jî wiha axivî: "Quncikê nadin kesên ku çera nekin. Hin kanalên medyayê jî digirin. Çima? Ji ber ku weke medyaya hawizê rûmeta xwe nefirotine. Heke ku rûmeta xwe bifirotana îro ne polîs, wê wezîrek biça biba mêvan. Mînak Zarok TV heye, kanala xêze filmê bi kurdî. Ma ne dibêjin ‘Me asîmîlasyon û înkar qedand', derewên we bejna we derbas kiriye."

'ME SÛCDAR DIKIN'

Demirtaş destnîşan kir ku di vê demê de leza asimilasyonê deh qat ji ya dîroka komarê zêdetir bûye û wiha nirxand: "Herwekî bêyî şerm û fedî bikin me ‘ji ber ku em nikarin bi zimanê dayikê biaxivin' sûcdar dikin. Heke ku tu kanala zarokan a kurdî bigire, kesên stranên kurdî bibêjin bavêje girtîgehê, asîmîlasyon wiha çêdibe. Asîmîlasyona herî kone van bikar anî."

'HDP TEKANE PARTIYA MUXALEFETÊ YE'

Demirtaş herwiha îdia kir ku tenê ew li Tirkiyê muxalefetê dikin û li parlamenê tenê du partî hene ku weke HDP û yê din bi nav kir. Selahattin Demirtaş daxwaza derxistina lingê siyasî yên derbeyê kir û ji ber ragihandina Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Yaseyê (KHK) de rexne bir ser hikûmeta AKPê.

'KOLAN JI WE TENÊ RE REWA YE'

Demirtaş di dawiya axavtina xwe de wiha got: "Dibêjin Demirtaş bang ji derve kiriye. Ez dîsa bang dikim: berxwedana li hemberî zordariyê maf e. Gelo ji te re rewa ye, ji me re ne rewa ye? Ji bo kesên di şeva 15ê Tîrmehê de rewa ye, ji bo yê ji ber rakirina parêzbendiya parlamentere xwe derketiye kolanê ne rewa ye? Ji te re rewa ye, ji me re ne rewa ye? Gel wê berteka xwe ya demokratîk li her dere, berteka xwe ya aştiyane nîşan bide. Kolan qadeke herî rewa ya demokrasiye ye."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Dibe ku di rojên pêş de HDPê bigirin û parlamenteran desteser bikin
Demirtaş bersiva wan nûçeyan da ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane'
Demirtaş: Em bi ruhê yekîtiyê ji bo aştiya kurdan dixebitin
Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir
Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e
Etîketan:
hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, dizî, elewî, Rojiya Muharremê, kurdî, polîtîkaya asîmîlasyonê, HDP, AKP, FETO, Zarok TV, Selahattin Demirtaş, Stenbol, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de