22:20 20 Hezîran 2018
pdk-bakur - Sertaç Bucak

PDK Bakur bangî PYDê kir: Bila Pêşmergeyên Roj derbas bibin

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

PDK Bakur êrîşa bajarê Hesekê yê Rojavayê bi tundî şermezar kir û bangî PYDê kir ku demildest rê li ber pêşmergeyên Rojê veke ta ku artêşeke neteweyî damezirînin.

Navenda Nûçeyan — PDK Bakur derbarê êrîşa xwekujî ya li bajarê êrişa Hesekê de daxuyaniyek da û ragihand: "Vê êrîşê careke din nîşan da ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û rêxistineke xwînmij e."

Herwiha PDK Bakur diyar kir, "li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina êrîşên bi vî rengî, tenê rêyek heye; ev rê jî avakirina yekitiya hêzên kurdan e".

"EWLEHIYA ROJAVA, ENCEX BI ARTÊŞA NETEWEYÎ PÊKAN E"

Di daxuyaniyê de tê teqezkirin ku ewlehiya Rojavayê tenê bi artêşeke neteweyî pêkan e û wiha tê gotin: "Em banga xwe dubare dikin; ewlehiya Rojavayê Kurdistanê encax bi artêşeke neteweyî ya hevpar mumkin e. Ji ber vê yekê divê rê bidin ku Pêşmergeyên Rojê demildest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin."

"PYD BERPIRSYAR E, EGER…"

Ji aliyê din ve, PDK-Bakur bangî PYDê kir ku helwesta xwe li ser vê mijarê biguherîne û wiha got: Eger PYD di vê helwesta xwe de israr bike û rê nede derbasbûna pêşmergeyên Rojê, wê çaxê guneh û berpirsyariya van komkujiyan dê bikeve stûyê PYDê."

PDK Bakur êriş şermezar kir û "ji birîndaran re silametî û ji şehîdan re jî rehma Xwedê xwest".

Duhî şevê din li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li salona dawetekê êrişeke xwekujî pêk hatibû di encamê de 30 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabû û 80 kes jî birîndar bûbûn û DAIŞê berpirsyariya xwe li ser teqînê ragihandibû

 

Bi heman mijarî:

PDK-Bakur damezirandina partiyeke yasayî nirxand
Koordînasyona Ciwanên PDK-Bakur êrîşa Dîlokê şermezar kir
PDK-Bakur bi ''yekrêzî''yê ket rêya yasayîbûnê..
Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
Di teqîna duh ya Hesekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
birîndar, şehîd, PDK-Bakur, Pêşmergeyên roj, PYD, Kurdistan, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de