02:20 26 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona Cerablusê

    DAIŞê derbeyên giran li ASAYê xistin: 10 kuştî û gelek birîndar

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyeyê ya Azad ku Tirkiye piştgiriya wê dike û operasyonên xwe li başûrê navçeya Raiyê ya girêdayî Helebê berdewam dike ta ku Babê ji destê DAIŞê derxîne, tûşî êrîşeke bombeyî ya DAIŞê hat. Şerekî dijwar di navbera DAIŞ û ASAyê de li gundê Turkmen Barahê derket û hat ragihandin ku gelek endamên ASAyê hatin kuştin û birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan -Fermandarê Liqa Helebê ya Artêşa Sûriyeyê Azad(ASA) Taha Artaç bi Sputnikê re axivî û diyar kir ku pevçûnên dijwar di navbera DAIŞ û ASAyê de li başûr, rojava û rojhilatê Raiyê berdewam dikin û balafirên Tirkiyeyê û yên hevpeymanê bi tundî li wan didin.

    Herwiha Artaç ragihand ku ew li herêma Raiyê li dijî DAIŞê re şer dikin û wiha pê de çû: "Li rojava û başûrê Raiyê şer li dijî DAIŞê berdewam dike. Vê sibehê pevçûn gelekî giran bûn. Niha şerekî dijwar li gundên Turkmen Barah û Qizilê heye. Turkmen Barah di destê DAIŞê de ye. Eger em wî gundî bistînin, em ê nêzîkî Dabiqê bibin. Me çend gund ji destên DAIŞê derxistin lê niha nikarim hejmareke zelal bibêjim."

    "DAIŞ NÎŞANGIRAN BI KAR TÎNE"

    Ji aliyê din ve, Artaç diyar kir ku di şerê îro de, gelek kes ji Lîwaya Sultan Muradê ya girêdayî ASAyê de hatin kuştin û wiha dewam kir: "Di şerê li başûrê Raiyê de, 10 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Ev kes bi destên nîşangirên DAIŞê hatin kuştin. DAIŞê li gelek deveran dehfik û mayin vedane. Balafirên Tirkiyeyê bi xurtî piştgiriya me dikin û bi rêya hewayî û bejahî li DAIŞê dixe."

    "DU KÎLOMETRE JI DABIQÊ RE MAN"

    Topxaneya Tirkiyeyê ji aliyê bejahî ve, bi obusan sengerên DAIŞê bombebaran kirin. DAIŞ jî bi çekên giran û hawanan bersiva ASA û Artêşa Tirkiyeyê dide. Du kîlometre ji Dabiqê re mane lê DAIŞê ew bajarok tijî mayin û dafik kiriye.

    Bi heman mijarî:

    "DAIŞ dê çekên kîmyawî bi kar bîne"
    Artêşa azad û DAIŞ li ser sînor şer dikin
    'DAIŞ bi riya qaçaxçiyên Tirk lebat û zarokan difiroşe'
    Mark Toner: DAIŞ şeytan e, divê em wê têk bibin
    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
    Dîrektorê FBIyê: "DAIŞ biqede jî wê metirsiya terorîzmê bidome"
    Etîketan:
    êrîş, asa, ASA, DAIŞ, Dabiq, Raî, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de