16:22 20 Sibat 2018
Zindî
    Nihat Zeybekçi

    Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Zeybekçi diçe Rûsyayê

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi wê serdana Komara Tatarîstanê ku bi Rûsyayê ve girêdayî ye bike.

    Navenda Nûçeyan — Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Kazanê di hisabê xwe yê Facebookê de ji bo serdana Zeybekçi daxuyaniyek par ve kir û got: "Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi li ser vexwendina Serokomarê Tatarîstanê Rustem Minnihanov wê di 8ê Cotmehê de ji bo pêwendiyên dualî serdana wî welat bike.

    Her wiha Zeybekçi, di serdana xwe ya Tatarîstanê de wê tevlî merasîma vekirina febrîqeya Trakya Cam (Şişecam) a li Herêma Ekonomî ya Taybet li Alabugayê jî bibe. Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskovayê Umit Yardim jî wê tevlî heyeta Zeybekçi bibe.

    ZEYBEKÇI, WÊ BI MINNIHANOV RE HEVDÎTINEKÊ PÊK BÎNE

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Ekonomî Nihat Zeybekçi wê bi Serokomarê Tatarîstanê Rustem Minnihanov re hevdîtineke dualî pêk bîne, her wiha Zeybekçi piştî hevdîtinê wê li Herêma Ekonomî ya Taybet a Alabugayê li çend febrîqe û kargehan vekolînan bike. Hevkariya ekonomîk a Tirkiyeyê bi Tatarîstanê re di ekonomiya Federasyona Rûsyayê de cihekî girîng digire. Niha 10 febriqe û kargehên mezin yên tirk li Tatarîstanê fealiyetê dikin û Tirkiye di nava veberdêrên biyanî de di rêza yekemîn de ye.

    Bi heman mijarî:

    Zeybekçi: "Başbûna têkilyên tirk û rûsî di ji bo berjewendiya herdu welatan de ye"
    Zeybekçi: "Hedefa me bi Rûsyayê re bikaranîna rubleyê rûsî û lirayê tirkî ye"
    Zeybekçi: "Têkiliyên me bi Rûsyayê re wê ji 24ê Mijdarê baştir bibin"
    Canikli û Zeybekçi diçin Moskovayê
    Ji Zeybekçi daxuyaniya Rûsyayê: "Em bi bûyerê xengîn in"
    Etîketan:
    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskovayê, Serokomarê Tatarîstanê, Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê, Umit Yardim, Rustem Minnihanov, Nihat Zeybekçi, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de