23:51 21 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire

    © AP Photo/ Hussein Malla, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Pêşmergeyên Kerkûkê Wistan Resûl derbarê operasyona Mûsilê de got ku ew li bende saeta destpêkirina operasyonê ne. Resûl herwiha diyar kir ku nayê xwestin Tirkiye beşdarî operasyonê bibe.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Pêşmerge yê Kerkûkê Wistan Resûl ji ANFê re axivî û derbarê operasyona Mûsilê de zanyarî par ve kir. Wistan Resûl diyar dike ku Pêşmerge ji rojhilatê Mûsilê pêş ve diçin û beşeke mezin xistine bin kontrola xwe lê Pêşmerge wê nekevin navenda Mûsilê.

    Li gorî Resûl ew li bende saeta destpêkirina operasyonê ne û ev jî ji hêla hêzên hevpeymanî û hikûmeta navendî ya Iraqê ve tê diyarkirin.

    Resûl dibêje ku li gorî texmîna wî wê şerekî xurt û demdirêj çêbibe û wiha axivî: "Dema ku em li amadekariyan dinêrin, ez texmîn dikim ku wê li navenda Mûsilê şerekî mezin biqewime. Ez wisa difikirim ku wê bi rêbazên gelekî cuda ên şer êrîş çêbibin. Çavlirêye ku ev bêhtir li aliyê din ê avê çêbibe."

    ‘HEKE KU TIRKIYE BEŞDAR BIBE DIBE KU ŞER…"

    Resûl îdia dike ku Hêzên Pêşmerge, hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên Hevpeymanê naxwazin Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire. Li gorî nêrîna wî heke ku Tirkiye beşdar bibe, dibe di navbera wan û hêzên navendî yên Iraqê de pevçûn derkeve.

    Derbarê operasyona Hewîceyê de jî Wistan Resûl destnîşan dike ku ew bi hikûmeta Navendî ya Iraqê re operasyonê birêve dibin û hemû hêzan ciyê xwe girtine. Lê dema saeta operasyonê were ew ê daxuyaniyê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyeke Iraqê daxwaza dersînorkirina Balyozê Tirkiyê kir
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"
    'Balafirên koalîsyonê li Mûsilê li DAIŞê didin'
    Fransa: Operasyona rizgar kirina Mûsilê nêze
    Berpirsê Mûsilê yê PDKê: Operasyona Mûsilê di meha cotmehê de destpê dike
    Pêşmergeyekî li Mûsilê jiyana xwe ji dest da
    "Ti hêzên biyanî beşdarî operasyona Mûsilê nabin"
    Etîketan:
    operasyon, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hêzên Hevpeymanî, Hêzên Artêşa Tirkiyeyê, Hêzên pêşmerge, ANF, Wistan Resûl, Hewîce, Kerkûk, Herêma Kurdistanê, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de