16:33 22 Hezîran 2018
artêşa iraqê

Iraq: Bila Tirkiye wek dagirker bê hesibandin

© REUTERS/ Thaier Al-Sudani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Iraqe daxuyaniyên Erdogan ku dibêje, "divê hêzên me yên leşkerî jî beşdarî operasyona Mûsilê bibin", wek "destwerdaneke nexweş û acizker" bi nav kirin û teqez kir ku ew dê têkiliyên herdû welatan xera bikin.

Navenda Nûçeyan -Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal duh ragihand, ew daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li ser şerê Mûsilê ku herdem dubare dike, wek destwerdaneke nexweş di karên navxweyî yên Iraqê de dinirxînin û tehdê li têkiliyên cîraniyê di navbera herdû welatan de dikin.

Herwiha Cemal daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Daxuyanî û helwestên Serokatiya Tirkiyeyê, têkiliyên daxwazkirî di navbera herdû welatan de şêlû û xera dikin, ji ber Tirkiyeyê ew helwest û bangên navdewletî yên bangî kişandina hêzên wan ji Beşîqeya Iraqê û rêzgirtina li serweriya axa Iraqê dikin piştguh kirin."

Ji aliyê din ve, berdevkî bangî Hevbendiya Niştimanî kir ku hêzên Tirkiriyê yên li Mûsilê wek hêzên dagirker bên hesibandin.

 

Bi heman mijarî:

Iraq: Em qebûl nakin ku Tirkiye xaka Iraqê bikar bîne
Iraq: Tirkiye derewan dike, DAIŞê êrişî Başîqayê nekiriye
Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
Îran: Em dixwazin têkiliyên Tirkiye bi Iraq û Rûsyayê re baş bibin
Serokwezîrê Tirkiyeyê: Çavkaniya terorê li Iraq û Sûriyeyê ye
Iraq, petrola ku dişîne Tirkiyeyê zêde dike
Etîketan:
têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê, Hevbendiya Niştimanî, Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Cemal, Recep Tayyip Erdogan, Beşîqe, Mûsil, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de