11:47 22 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Partiyeke Iraqê daxwaza dersînorkirina Balyozê Tirkiyê kir

    © AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koma Cebhet'ul Islahê di Parlamena Iraqê de pêşnûmeyek pêşkêşî parlamenê kir ku Balyozê Tirkiyê li Bexdayê dersînor bê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rûdawê, Koma bi navê Cebhet'ul Islahê, ji bo dersînorkirina Balyozê Tirkiyê li Bexdayê pêşnûme pêşkêşî Parlamena Iraqê kiriye.

    Komê herwiha daxwaz kiriye ku Balyozê Iraqê li Enqereyê jî bi şûn ve were. Komê ‘Destwerdana Tirkiyê di nava karê hundir ê Iraqê, hebûna leşkerî tirk li ser xaka Iraqê, dirêjkirina dema tezkereya operasyonên li nav xaka Iraqê ya Parlamena Tirkiyê' weke hinceta pêşnûmeyê nîşan daye.

    Koma Cebhet'ul Islah, bi nêzîkbûna Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî tê naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Serokwezîrê Ebadî: "Bila Artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê vekişe"
    Ebadî: Tirkiye bila leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
    Etîketan:
    dersînorkirin, Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê, Balyozxaneya Iraqê lı Enqereyê, Parlamena Tirkiyê, Parlamena Iraqê, Rûdaw, Cebhet'ul Islah, Nûrî Malîkî, Enqere, Tirkiye, Mûsil, Iraq, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de