04:49 26 Sibat 2018
Zindî
    Mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

    DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e

    © Foto: DBP - HDP Navend
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DBPê derbarê êrîşa li Hesekê de diyar kir ku, êrîş li hemberî destkevtiyên gelê kurd ên li herêmê çêbûye.

    Navenda Nûçeyan — Piştî êrîşa xwekujî ya li bajarê Hekesê yê Rojava, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBPê êrîşa li şahiyê pêk hat şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan xwest.

    DBPê êrîş weke li hemberî hebûna kurdan nirxandiye û wiha gotiye: "Armanca van êrîşan ew e ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku kurd li Rojhilata Navîn pêşekiya wê dike biçewisînin. Her hêza ku polîtîkaya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd dimeşîne yek ji parçe, piştevan û hevalbendê qirkirinên li hemberî kurdan e."

    ‘QETLÎAMÊN LI AMEDÊ, QAMİŞLOYÊ, DÎLOKÊ Û HESEKÊ BERHEMÊN HEMAN BÎRÛBAWERIYÊ NE'

    DBPê teqînên li Amed, Pirsûs, Enqere, Dîlok, Qamişlo û Hesekê pêk hatin weke ‘berhemên heman bîrûbaweriyê' nirxand û wiha berdewam kir: "Divê li hemberî kesên dixwazin Rojhilata Navîn di nava xwînê de bifetisînin, şerê di navbera gelan de kûrtir bikin û şer û kaosê bikin parçeyek ji jiyanê têkoşîneke xurtir bimeşînin."

    Bi heman mijarî:

    HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
    Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
    Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
    Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
    Etîketan:
    êrîşa xwekujî, destkevtinên kurdan, kurd, DBP, Dîlok, Qamişlo, Enqere, Pirsûs, Amed, Rojhilata Navîn, Rojava, Heseke
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de