09:44 23 Hezîran 2018
IŞİD - Irak

Xwekujê DAIŞî vê carê 16 hevalên xwe kuştin

© AP Photo / AP Photo via militant website, File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 00

Li nêzî bajarê Kerkûkê, li malekê di dema civînê de bombeya ser endamên xwekuj ê DAIŞê bi şaşîtî teqiya, li gorî zanyariyên berdest 16 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

Kerkûk — Li navçeya El Mahav a ku 35 kîlometroyan li başûrê rojavayê Kerkûkê dikeve li maleke DAIŞê di dema civînê de êlekê bi bombe ku ji bo êrişên xwekujî hatibû amadekirin li ser milîtan bi şaşî teqiya. Li gorî doneyên hêzên ewlehî yên bajêr di civînê de ji 100î zêdetir milîtanên DAIŞê di civînê de amade bûn û herî kêm 16 milîtanên terorîst di encama teqîna bombeyê de hatine kuştin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di nava milîtanên kuştî de berpirsên rêxistina terorîst ê DAIŞê yên bajêr û Îraqê jî hene.

TERORÎSTAN LI AFGANÎSTANÊ JÎ HEMAN TIŞT KIRIBÛN

Ev bûyera bombeyi ku milîtanê DAIŞê bi şaşî din ava hevalê xwe de xwe teqand ne ya pêşî ye. Di meha adarê de li Afganîstanê milîtanê DAIŞê dema bombe li ser rêyeke binerd dikir teqîyabû û di wê teqînê de bi dehan milîtanên DAIŞê hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

FETO, êrişa Enqere ya ku DAIŞê pêk anî rojek berê zanibû
Sererkaniya Tirkiyeyê: "80 hedefên DAIŞê hatin bombekirin"
Hucreya jinan ya DAIŞê hate rûxandin
Pêşmergeyan mîrekî DAIŞê girt
İzvestiya: Amerîka wê Reqqayê ji DAIŞê re berde
Etîketan:
Di civînê de bombeya ser milîtanê DAIŞê bi şaşî teqiya, Xwekujê DAIŞî 16 hevalên xwe kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de