19:18 23 Hezîran 2018
Binali Yildirim

Serokwezîrê Tirkiyeyê: Çavkaniya terorê li Iraq û Sûriyeyê ye

© Foto : AA/ Utku Uçrak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim got, "çavkaniyên terora li Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê ne. Eger kêşeya terorê li Sûriyeyê bê çareserkirin, em ê di meseleya terora li Tirkiyeyê de gelekî bi pêş de biçin".

Navenda Nûçeyan - Yildirim di civîna partiya xwe AKPê de axivî û wiha got:

* Çavkaniyên terora li Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê ne. Eger kêşeya terorê li Sûriyeyê bê çareserkirin, em ê di meseleya terora li Tirkiyeyê de gelekî bi pêş de biçin.

*AKP herdem projeyên nû çêdike, lewra her li qet nakeve. Ew gotarên ku cesaretê didin rêxistinên terorê û derbekaran, fêdê li ti kesî nakin.

"BILA TI KES BI FETOYÊ NEXAPE"

* Ez dixwazim gelekî hay ji hebin li dijî gotinên fitneyê yên FETOyê ku wek jehrê dikevin laşî û xwe bera her derê didin. Ez je hevaêln xwe yên AK Partiyê û ji teşkîlatên partiyê re dibêjim, bila ti kes bi bi gotinên FETOyê nexape.

"EV GELACÎ BI XWE YE"

* Çi dibêjin, dema ew kesên jêr ên FETOyê tên tesfiyekirin, kesên xwedan hêz û cihê siyasî tê parastin… Ev gotin gelacî ye.

* Bi izina xwedê û piştgiriya gelê me, em ê rêxistinên terorê ji rojeva welatê xwe derxînin.

* (Di vê operasyona ku li bakurê Sûriyeyê berdewam dike de) çi dema pêwîst bibe, em dikarin PYD û YPG ji wê derê biavêjin.

 

Bi heman mijarî:

Yildirim: Kiliçdaroglu ji siyaseta derbarê Lozanê de tiştekî bidest naxe
Li Koşka Beştepeyê hevdîtina Erdogan û Yildirim wê pêk were
Medvedev û Yildirim bi riya telefonê hevdîtin pêk anî
Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e
Duran Kalkan: Di pakêta Binali Yildirim de tiştekî nû nîne
Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
Etîketan:
teror, YPG, pyd, feto, binalî yildirim, Iraq, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de