23:52 22 Sibat 2018
Zindî
    İMC TV / Banu Güven

    Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê

    © REUTERS/ Huseyin Aldemir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya biryara girtina televizyon û radyoyên muxalif de, polîsan girt ser televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê. Polîs di nava avahiyên her du televizyonan de lêgerîn kirin û avahî mohr kirin.

    Stenbol — Di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Yaseyê de (KHK) biryara girtina 12 televizyon û radyoyan dabû ku di nava wan de yên weşana kurdî dikirin gelek bûn. Di çarçoveya biryara girtina televizyon û radyoyan de îro polîsan girt ser televizyonên Hayatin Sesi û İMC TVyê.

    Polîs pêşî çûn avahiya Hayatin Sesi ya li taxa Kocamustafapaşa ya li navçeya Fatihê ya Stenbolê û di avahiyê de dest bi hejmara kelûpelên televizyonê kirin. Polîs herwiha odeyên reji û studyo jî girtin û weşan asteng kirin.

    'WEŞANA İMC TVYÊ HATE BIRÎN'

    Di vê navberê de piştî serdegirtina televizyona Hayatin sesî bi demeke kurt, polîs bi ser avahiya İMC TVyê de jî girtin ku li navçeya Eyubê ya Stenbolê ye. Polîs di dema weşana zindî de ketin nava studyoyê û xwestin ku weşanê bidin sekinandin.

    Xebatkarên İMC TVyê li hemberî vê rewşê di weşana zindî de bertek nîşan dan û slogan berz kirin. Piştî demekê polîsan weşana televizyonê bidawî kirin.

    Parlamenterê HDPê Mithat Sancar beriya astengkirina weşana İMC TVyê bi rêya telefonê beşdarî weşanê bû û got ku, "Dibe şaşe bê reşkirin lê reşbînî çênabe".

    Rayedarên İMC TVyê li ser hesabê fermî yê Twitterê yê kanalê ragihandin ku polîsan piştî qutkirina weşanê avahiya televizyonê mohr kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistinên rojnamegeran: Bila biryara girtina tv û radyoyan bi paş de were kişandin
    Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    Ozgur Gun Tv hate astengkirin
    Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
    N-TV: ‘Ji bo PKKê pirsgirêka kêmasiya şervanan nîne'
    Girtina IMC Tv yê di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye
    Li ÎMC TV û Jiyan Tvyê dîsa ceza hat birîn
    Etîketan:
    asteng, weşan, serdegirtin, polîs, IMC TV, TV10, Van TV, Zarok TV, Televizyona Hayatin Sesi, Fatih, Kocamustafapaşa, Eyup, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de